KJK: Em helwesta nixumandina ser komkujiya Fransayê qebûl nakin

Kurdên ku li Ewropa dijîn ji ber sedema salvegera 4'emin a qetilkirina Sakîne, Fîdan, Leyla li Parîsê mîtînga protestoyê li dar xistin. Mîtîng hê jî berdewam dike.

Koordînasyona KJK’ê peyamek ji mitîngê re şand û got: ‘’Em weke jinan û gelê Kurd ti carî qebûl nakin ku dewleta Fransayê hiqûqa xwe ji nedîtî ve were û hewl bide ser komkujiyê bigire’’

 ‘EM JINÊN KU LI KUÇEYAN IN SLAV DIKIN’

KJK’ê di peyama xwe ya nivîskî da wıha got: "Li Parîsê ku niha hûn lê civiyane, beriya niha bi 4 salan milîtanên pêşeng ên Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin kuştin." KJK’ê diyar kir di pêvajoyeke wiha de ku di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de hevdîtin dihatin kirin, ev cinayet ji hêla dewleta AKP’ê û wan hêzên tarî ve ku çareseriya arîşeya Kurd nedihate xwestin, plana wê hatiye kirin û pêkanîn.

KJK’ê bi berdewamî wiha got: ‘’Beriya salvegera 3’yan a komkujiya Parîsê bi çend rojan, 4’ê Çile ya 2016’an yek ji navenda berxwedana Kurd Silopya 3 jinên Kurd ên milîtan ên weke hevrê Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîza Nayir ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin şehîdkirin. Em weke Tevgera Azadiya Kurd, hêzên ku dildarên azadiyê ne, qetil kirine û hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Em di şexsê hevrê Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîze de hemû şehîdan bi minet û hurmet bi bîr tînin, em sond dixwin ku em ê têkoşîna wan bi teqezî bi azadiya jinan û gelên xwe tacîdar bikin."

KJK’ê diyar kir ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê gelê Kurd û jin ev 4 sal in li kolanan in û wiha pê de çû: ‘’Îro jî di savlegera şehîdbûna hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla de em di nav çalakiyan de ne. Di kesayeta we de, ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê û ji bo ku kiryarên rastîn ên komkujiyê derkevin holê û werin darizandin, hemû jinên ku tim di nav berxwedanê de bûn, gelê xwe û dostên xwe, li ber têkoşîna wan a biryardar bejna xwe ditewînin û we slav dikin. Ev bi sedan salan e ku em jin ji bo azadiya xwe têdikoşin û di vê rêyê de berdêlên mezin didin. Li Kurdistanê û li her devera dinyayê jin, di têkoşîna azadiyê de ku bi lehengiyên mezin bi rê ve birine, berxwedana dîrokî ya ku kokên wê kûr in û her roj geştir dibe, tecrûbeya bi dest ve aniye û mewzî bi dest ve anîne. Pêşengên jinên Kurd di vê dîroka berxwedanê de bi lehengiyên xwe yên dastanî, kesayatiyên xwe, bi fikir û şêwaza xwe ya têkoşînê mohra xwe danîne. Hevrêyên Sakîne, Fîdan, Leyla, Sêvê, Fatma û Pakîze lehengên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiyê ne.’’

 ‘FRANSA HEVKARÊ SÛC E’

KJK’ê diyar kir, bi qetilkirina Cansiz, Fîdan û Şaylamez hatiye xwestin ku darbeyekê li têkoşîna azadiya jinên Kurd û nasnameya wan a azad bixin û bi berdewamî hate gotin: ‘’Di şexsê wan de êrîş anîne ser tevahiya tevgerê. Suîqasta Parîsê bi plana hevkar a wan hêzan ku azadiya Kurdan naxwazin û naxwazin li ser bingehê aştiyê çareser bibe, pêk hatiye. Armanc ew bû ku xebatên Rêber Apo û tevgera me ya ji bo çareseriya demokratîk û têkoşîna azadiya jina Kurd were astengkirin. Lê ev ê qet pêk neyê.’’

KJK’ê bi berdewamî got, ‘’Dewleta Fransa komkujiya Parîsê ronî nekiriye. Tetîkêşê vê suîqasta hov, sîxurê îstîxbarata Tirk Omer Guney hatiye girtin, gelek delîlên berbiçav hatine bidestxistin lê li gel vê jî bi rikdarî pêvajoya darizandinê nehatiye destpêkirin’’ û diyar kir di vir de berpirsyariya Fransayê wiha; ‘’Li gel ku belge û delîl li holê ne ku dewleta Tirk û sîxûriya wê plana vê suîqastê kirine û teşwîq kirine jî, derengxistina dadgehê û bi awayekî gumanbar beryia ku kujer Omer Guney derkeve dadgehê bi demeke kin mirina wî, bi teqezî parçeyeke ji planê ye. Ev jî bi me dide fikirandin ku saziyên Fransa ku li gorî berpirsyariyên xwe li şûna ku komkujiya ku li paytexta wan pêk hatî ronî bikin, hewl didin ku ser wê bixumînin. Niha jî mirina Omer Guney weke hincet nîşan dide û hewl didin ku dosyaya dozê bixînin. Dewleta Fransa demildest divê dev ji vê helwesta gumanbar berde û suîqastê ronî bike. Wekî dî dewleta Fransa bi teqezî hem ji vê komkujiyê û hem jî ji ber ku kiryar dernexistine holê û nedarizandine berpirsyar e. Helwesta dewleta Fransayê û daraza wê ku hewl dide ser bûyerê bigire, bi têkiliyên wan ên bi Tirkiyê yên siyasî, berjewendiyên wan ve û bi hevkarîbûna wan bi komkujiyê re têkildar e. Ev helwesta dawî dirûşma jina Kurd ku ev çar salan li qadan berz dikin, bi ‘’bêdengiya we ji ber sedema hevkariya we ye’ careke dî rast derketiye. Ji bo vê jî dewleta Tirk heta ku hêzên komkuj dernexîne holê, hem ji ber pêvajoya hiqûqî ya çar salan, hem jî heta ku mirina tetîkêş Omer Guney ronî neke, wê hevkarê komkujiyê be û nikaribe xwe ji vê pak bike.’’

‘GELÊ ME Û DOSTÊN ME DIVÊ TÊKOŞÎNA HIQÛQÊ BIBANDOR BIDE’

Koordînasyona KJK’ê di mesaja xwe de got, dewleta Fransa hiqûqa xwe ji nedîtî ve tê û hewl dide ser komkujiyê bigire û ew ê ti carî vê qebûl nekin û ev bang kir: ‘’ Civaka Fransa jî ji bo nirxên xwe divê bi ti awayî vê nêzîkatiya dewleta xwe qebûl neke. Gelê Fransa û mekanîzmaya dadmendiyê divê nebe hevkarê vê siyaseta qirêjî. Dewleta Fransa divê hêzên ku di nav vê komkujiyê de cihê xwe girtine derxîne holê. Li ser berjewendiyên siyasî, ekonomîk û hevalbendiya veşarî ya bi Tirkiyê re nikare ser vê komkujiyê bigire. Her wiha di pêvajoyeke wiha de ku weke Elmanya li welatên Ewropayê ku li ser siyasetmedarên Kurd suîqas têne ji hêla sîxurên Tirk ve têne plankirin û ev her ku diçe weke talokeyeke tê dîtin, ronînekirina komkujiya li Parîsê tê wê wateyê ku li xaka Ewropa li dijî Kurdan rê li ber komkujiyên nû wê vebe. Bi hincet nîşandana mirina Omer Guney ronîkirina komkujiya Parîsê nikare were astengkirin. Delîl û belgeyên heyî bes in ku kiryarên komkujiyên derkevin holê. Weke suîqastên berê yên siyasî yên li Fransayê, em weke jin û gelê Kurd em ê destûrê nedin ku ser vê komkujiya Parîsê were girtin. Ji bo vê jî gelê me û dostên me yên li Ewropa divê têkoşîna xwe bibandor bidin. Ji bo vê jî pêdivî pê heye çalakî, hewldanên hiqûqî û siyasî bibandortir werin kirin. Ji bo ku komkujiya Parîsê were ronîkirin, kiryarên rasteqîn derkevin holê û werin darizandin divê hemû derfet werin serferberkirin.

Ronîkirina vê suîqastê wê bike ku planên veşartî yên li ser Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd deşîfre bibe. Di vê pêvajoyê de ku qirkirina li ser jinan, tundî û tecawiz zêde ye, em weke jin divê têkoşîna xwe bêhtir birêxistin bikin, li hev par bikin û radîkal bikin û bidomînin. Pêngavên komployên nû yên li ser Rêbertî û tevgera me divê werin pûçkirin. Bîranînên Sara, Ronahî û Rojbîn, Pakîze û Fatma, nasnameyên wan ên azad, bi serxistina têkoşîna xwe em dikarin bidin jiyîn. Di şexsê we de em hemû jinên ku têkoşîna azadî, dadmendî, aştiyê didin, hemû jinên ku ji bo ronîkirina komkujiya Parîs êli ser piyan e, gelê xwe û dostên xwe slav dikin û di têkoşîn wan de serkeftinê dixwazin.’’