KJK: Em ê tola wan bi têkbirina dijmin hilînin

KJK’ê Bedran Gundikê Remo û 4 welatparêz bi hurmet bi bîr anî û got, ‘’Her demê û li her deverê em ê di vê rêya berz a azadiyê de ku şehîdên me vekirine bimeşin, em ê tola şehîdên xwe bi têkbirina dijmin hilînin’’

Koordînasyona KJK’ê Bedran Gundikê Remo û 4 welatparêzên ku 22’yê Nîsana 2017’an li nêzî Amediyê di encama êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr anî û got: ‘’Em êşa mezin a malbatên şehîdên xwe par ve dikin û sersaxiyê didin malbatên wan ên hêja gelê xwe’’ KJK, bi domdarî wiha got ‘’Hevalê me Bedran Gundikê Remo ku bavê du şehîdan bû, bi kurê xwe Mehmet Tanit re şehîd bûye. Ev 30 sal in heval Bedaran li gel zarokên xwe û hemû malbata xwe her demê bi coşî, fedekarî û wêrekiyeke mezin di nav refên têkoşînê de cihê xwe girtiye. Milîsê hêja yê gelê Kurd hevalê Osman .Îlhan jî gel bavê xwe û xwedî du birayên xwe yên şehîd e. Hevalên Murat û Abdulkerîm jî endamên malbateke me ya Şirnexî a berxwedêr in ku xwedî şehîdan in. Hevrêyên me Bedran, Mehmet, Murat, Osma û Abdulkerîm di şertên herî giran de li gel Tevgera me ya Azadiyê bûne, ji bo têkoşîna gel her cure fedekarî nîşan dane.’’

 ‘HEVRÊTIYA WAN WÊ PÊŞENGTIYÊ JI ME RE BIKE’

KJK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

‘’Ev hevalên me yên têkoşîna çekdar, endamên leheng ên gelê me yê herî welatparêz, herî kedkar, herî pir girêdayî têkoşîna azadiyê ên herêma Şirnex-Botanê, ji salên destpêkê heta niha her dem bûne mînakên kêmpeyda ên dilsozên berxwedanê û welêt.

Li Botanê di şînhatina tovên berxwedanê de û di şaxberdana wê de, malbatên van hevalên me, bi ked, helwesta xwe ya rûmetdar û berxwedana xwe bûne mînak ji gelê me re. Di berxwedanên Botanê de weke ku di malbata van 5 hevalan de tê dîtin, di berxwedana, helwesta wêrek a dayik, jinên Botanê de bûne xwedî rolekî girîng. Dayik û jinên Botanê her carê destekeke mezin dane zarok û hevsererên xwe yên ku tevlî nav refên têkoşînê bûne, hêzeke mezin a menewî dane.

Di heman demê de wan bi xwe jî di hemû serhildanan de, di xebatan de bi rengekî çalak pêşengî kirine. Li ser vê zemînê di lehengiyên Botanê de, di berxwedana wêrek de a li dijî dijmin, di xebatan de jin, dayikên me tim di refên pêş de cih girtine, bûne şopdarên têkneçûyî ên nirxên şoreşê û şehîdên me û xwedî li van nirxan derketine. Temsîla Kurdistana azad, Kurdê azad û dilsoziya bi xakê re her demê dayik û jinên me yên Botanê kirine. Hevrêyên me yên Bedran, Mehmet, Murat, Osman û Abdulkerîm ku zarok û hevserên van dayikên me yên leheg in, bûne kedkarên têkneçûyî yên têkoşîna azadiya Kurd û bûne pêşengên rûmetdar. Karekterê wan, helwesta wan a rûmetdar, keda wan, hevrêtiya wan her demê wê ji me re pêşengiyê bikin.’’

 ‘EM Ê ARMANCA ŞEHÎDÊN XWE KURDISTANA AZAD TEQEZ PÊK BÎNIN’

Em KJK di şexsê hevrêyên xwe yê leheng, wêrek, fedekar ên şehîdbûyî de careke dî sersaxiyê didine gelê me yê Botanê, Memxûrê û hurmeta xwe nîşan didin. Em ê her şehîdê xwe, di jiyana xwe de, em ê nirxên şoreşê, bi pratîkkirina rêgezên felsefeya xwe ya jiyana azad bidin jiyîn. Her demê û li her deverê em Tevgera Jina  Kurdistanê di rêya berz de ku şehîdên me vekirine em ê bimeşin, em ê tola şehîdên xwe bi têkbirina dijmin hilînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdan Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad teqez pêk bînin.’’