KJK: Em bi rihê Viyan têkoşînê geş bikin

KJK’ê di salvgera şehîdbûnê de Şehîd Viyan bi hurmet bi bîr anî û got, ‘’Di vê salvgegera şehadetê de bang li me dike ku em bi rihê jina azad û rihê ji êgir têkoşînê geş bikin.’’

Koordînasyona KJK’ê di salvegera şehîdbûna Şehîd Viyan Soran de daxuyaniyeke nivîskî da. KJK’ê got, ‘’2006’an şeva ku 1’ê Sibatê dibû 2’yê Sibatê de Şehîd Viyan li dijî şertên dîlbûnê û tecrîdê yên li Imraliyê yên li ser Rêber Apo çalakiyeke fedaî pêk anî. Em li ber bîranîna Şehîd Viyan bi hurmet bejna xwe ditewînin. Li dijî faşîzma AKP’ê û hêzên komploger ên navnetewî, em sond dixwin ku bi rihê wê yê ku li Rêbertî, li gel, li rêxistinê û pêvajoyê bi fedaî xwedî derdikeve, pergala Imraliye parçe bikin û jiyana azad a bi Rêbertî re pêk bînin.’’

KJK’ê got ew di serdemeke wiha de li salvgerê bi bîr tînin ku polîtîkakayên qirkirinê yên li ser Kurdan pir zêde bûne û got: ‘’Ev nêzî sê salan e ku li ser Rêbertî tecrîda giran heye, li çar parçeyên Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê li ser Kurdan sazkar e û tê xwestin ku vîna Kurdan a li ser azadiyê ava bûyî were tasfîyekirin. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê ku pir giran in û pirhêlî ne tevgera azadiyê têkoşîneke bêhempa dike. Bi taybetî li Rojava, ku Kurd dixwazin bi paradîgmaya Rêber Apo, li ser hîmê Neteweya Demokratîk dixwazin jiyanekê ava bikin êrîşên giran hene. Ji bo ku li Efrînê Kurd û jinên Kurd dixwazin pergala xwe ava bikin faşîzma Tirk bi balafir, çekên giran dixwaze vê vînê bişkîne.’’

SERKETIN BI RIHÊ VIYAN BI TÊKOŞÎNÊ PEK TÊ

KJK’ê bi domdarî got:

‘’Ev hemû êrîş li dijî Kurdan, li dijî vîna azadiyê ya Kurdan û li dijî kana vê vînê Rêber Apo ye. Êrîşên li ser dayik, jin, zarok, yixtiyarên Efrînê, yên bi balafir, çekên kimyewî, kuştina mirovên sivîl, ku daxwaza wan tenê ew e ku li welatê xwe bi azadî bijîn û xaka xwe biparêzin, kirinên dijî mirovî ne. Bi rengekî hovane pêkanîna qirkirinê ye. Tam niha li dijî van êrîşên qirker dema wê ye ku bi rihaê Şehîd Viyan mirov têbikoşe û xwedîtiyê li pêvajoyê bike. Ş. Viyan, nasnameya dilêr û bêtirs a Başûrê Kurdistanê, bi nasnameyeke wiha bû ku bi xwe re yekîtiya netewî û nasnameya enternasyonalîst hildigirt.

Ji bo vê jî, hê wê demê talokeyên faşîzma AKP’ê ku hê nû geş dibû û rûyê xwe nîşan dabû dîtiye, ji bo dijminatiya li ser Rêbertî, Tevgera me û li ser têkoşîna jinê deşîfre bke û derbê lêxe çalakiya fedaî pêk aniye. Ji bo vê jî, serkeftin bi teqezî bi rihê Ş. Viyan û bi têkoşîna bi xeta wê pêkan e. Li Efrînê Ş. Avesta Xabûr ev xet mîrat wergirtiye, li eniyê bi vî rihê fedaî bi ser dijmin de çûye û dijmin şikandiye. Dîroka jinê, ya gelan bi rihê van jinên fedaî tê nivîsîn. Vîna Ş.Viyan a li xaka Başûr û rihê Ş. Avesta li Efrînê dibin yek, ji ser vî rihî Yekîtiya Neteweya Demokratîk, Yekîtiya Demokratîk a Gelna û Yekîtiya Demokratîk a Jinan geş dibe.’’

EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

KJK’ê dawiyê got: ‘’Niha dema wê ye ku hemû jin, gelên şoreşger û demokrat, hemû Kurd xwedî li vî giyanî derkevin, têkoşînê geş bikin û vê dorpêça qirkirinê parçe bikin. Dema wê ye ku li Efrînê bi serfiraziya li dijî faşîzma Tirk li xaka xwe em jiyaneke layiqî şehîd, dayik û zarokên xwe yê bêtirs ava bikin. Ji bo vê jî, hevrêya me Ş. Viyan û Ş. Avesta bûne yek, di vê salvEgera şehîdbûnê de bang dikin ku bi rihê jinê em bi ser bikevin û bi vî rihî têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku vê bangê bibihîsin, eniyên têkoşînê geş bikin, tevlî nav têkoşînê bikin û hemû qadan li dijmin tang bikin û bikin cihê çalakiyên ku dijmin têk bibe.’’