KJK’ê peyamek bi dîmen ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Amerîkatya Latîn re şand
Li Arjantîn û Ûrûgûyayê bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûn. Di meşê de hêjmarekî zêde ya jinên Kurd jî beşdar bûn.
Li Arjantîn û Ûrûgûyayê bi sed hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bûn. Di meşê de hêjmarekî zêde ya jinên Kurd jî beşdar bûn.
&
Li paytexta Arjantîn Bûensos Aîres û paytexa Ûrûgûay Montevîdeo bi sedhezaran jin bi dirûşma Greva Jinên Navneteweyî daketin kolanan. Di meşê de ku li dijî şidet, destdirêjî, destavêtin, xebitandina jinan a li qadên civakî û hebiskirina nava malê ya li Amarîkaya Latîn bi lez û be zêde dibe, ji Komîteyên Piştiriya Kurdistaniyên li Arjantîn û Ûrûgûayê jin jî bi rengê xwe û pankartên xwe başdar bûn.
Di meşê de jinên endamên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê re bi pankara “Şoreşekî ya jinê mikûne- Kurdistan” vekirin, piştgiriya di navbera qitayan de dan nîşandan. Gelek belavok belavkirin û derdor eleqeyek mezin nîşan dan.
ARJANTÎN
Di çarçoveya kampanyay “Nî ÛNA Menos!- Bila êdî jinek tenê jî kêm nebe!” ku li dijî zayendparêziya jinê hatibû destpêkirin, li Arjantînê bi sed hezaran beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn. Meşa ku ji aliyê rêxistinên jinan ve hate organîzekirin, sendîkavan, partiyên siyasî, rêxistinên girseya demokratîk û bi awayekî bi hêz piştgirî dan. Komîteya Jinên Arjantînê jî bi rengê xwe beşdar bûn, meş li pêşiya Kongreya Netewî destpê kir heta Qesra Serokwezîrtiyê bi dwî bû. Li vir li ser dika ku hatibû danîn axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku her 18 saetan qirkirina zayendparêziya jinê tê kirin, bi taybet li dijî sîstema serweriya mêr û neolîberalîzmê ji bo têkoşînekî hevpar û yekgirtî behsa rêxistinkirina jinê bi taybet piştgiriya jinê hate kirin.
Bi sed hezaran kesî ya ku qad tijî kirî bi awayekî bi coş peyama bi dîmen a Endama Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) Besê Erzîncan ya ji bo jinên Amerîkaya Latîn şandî hate pêşwazîkirin.
Besê Erzîncan, têkoşîna jina Amerîkaya Latîn û kampanyaya ““Nî ÛNA Menos!- Bila êdî jinek tenê jî kêm nebe!” û silav kir û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Erzîncan di dewama axaftina xwe de wiha got:
“Erzîncan bal kişand ser kampanyay “Nî ÛNA Menos!- Bila êdî jinek tenê jî kêm nebe!” û anî ziman ku hê pêwîstiya wan bi gelek kampanyayên bi vî rengî hene, ji bo kampanyaya jiyana azad, ji bo li her qada jiyanê têkoşîna jinê û rêxistinkirina jinê bê xurtkirin û bilindkirin. Ji bo vê Tevgera Jina Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî bi rêxistinkirî têkoşîn dike, KJK û PJAK xwedî rêxistinên ku bi sîtematîkin.
Erzîncan anî ziman ku jin kilîla saziyên avakirina jiyana azad û têkoşîn û xwe azadbûna jinê ne. Erzîncan diyar kir ku jinên Amerîkaya Latîn mîtîng û lihev civînên qelebalix bi awayekî rêxistinkirina jinan a hê berfirehtir mimkun e.
Di dewama axaftina xwe de Erzîncan wiha got: “Proje û bernameyên we hê bi hêztir bi pêş ve bibin. Li her bajar, li tax li serê kolanê heta binê kolanê rêxistinkirina xwe xurt bikin. Têkoşîna xwe bi xwe û komînên xwe ava bikin. Li pêşberî sîstema zextê û çewistandin û sîstema dewletê, rêya têkoşînê birêxistinkirine. Eger rêxistinkirin nebe, ne mikune ku têkoşîn bê domandin.”
Erzîncan destnîşan kir ku Modernîteya Kapitalîst îro ji bo jinan dibêje jin yekan e dibe ku azad bibin lê yek bi yek ne mimune ku azadbibin, jin yek bi yek li malan ve tê hebiskirin, ji azadiyê dûr dixin û dixin rewşekî ku nikare xwe biparêze û dikin kole. Erezîncana bibîr xist ku yekan rêya wê azadiya jinê û avakirina yekîtiya jinê ye.
Erzîncan diyar kir ku Têkoşîna Jina Kurd a ku bi salan eji bo gel û jinan têkoşînê dike ji jinên Amarîkaya Latîn hêz digirin. Erzîncan diyar kir ku Tevgera Jina Kurd û jinên Amarîkaya Latîn di mijara pêşxistina têkoşînekî gerdûnî dikarin pêşengtiyê bikin.
Herî dawî Besê Erzîncan ji ber xwepêşandanên piştgiriyê yên jinên Amarîkaya Latîn a ji bo jinên Kurd, gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan spasiya wan kir.