KJK’ê peyam şand konferansa Moskovayê
KJK’ê peyam şand Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn a li Moskovayê û diyar kir ku projeya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya bingehîn e.
KJK’ê peyam şand Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn a li Moskovayê û diyar kir ku projeya modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya bingehîn e.
Di peyamê de hat gotin ku, “Wê sedsala 21’ê yan bi azadbûna jinan re wê bibe rizgariya xwezayê û yan jî wê mirovahî di tariyê de winda bibe.”
Koordînasyona KJK’ê peyameke nivîskî şand Konferansa Jinên Kurd a 2’emîn a li Moskovayê.
‘ÇARESERIYA KRÎZ Û KAOSÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK E’
Peyama KJK’ê wisa ye:
“Di vê pêvajoyê de çavê kemû kesan li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser Kurdistanê ye. Îro tişta li erdnîgariya me tê jiyîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e. Wekî parçeyê vî şerî, xitimandina pêvajoya li Sûriyeyê û modela çareseriya alternatîf a ku li Rojava bi pêşengiya jinan derketiye holê. Modela Xweseriya Demokratîk a li Rojava hat avakirin îro li Rojhilata Navîn tekane rêya çareseriyê ye.”
‘BI KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR’
Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9’ê Kewçêra 1998’an de bi Komploya li ser Rêber Apo dest pê kir. Bi vê komployê re xwestin li Rojhilata Navîn pêşiya çareseriyê bigirin. Lê Rêber Apo yê ku 18 sal in di bin tecrîdeke giran de ye, ev komplo pûç kiriye û Rêber Apo di şertên esaretê de modela Xweseriya Demokratîk ava kiriye.
‘PERGAL NIKARE XWE NÛ BIKE’
Di vê serdemê de pergala cîhanê ya mêrserwer êrîşên xwe yên li ser jinan zêdetir kiriye. Her çiqasî li gorî erdnîgariyan cihê be jî, ev êrîş di bingehê de wekî hev in. Êrîşên DAIŞ’ê yên li ser jinan, binpêkirina mafên jinan ên li Rojavayê Cîhanê, li Asyayê tecawizên komî û li Amerîkaya Latîn qirbûna jinan mînakên van êrîşan e.
Pergal êdî nikare xwe bi reform, restorasyon û çareseriyên biçûk re nû bike. Ji bo ku em siberoja xwe, azadiya xwe ji nû ve bi dest bixin divê em azadiyên civakî biafirînin. Ji ber vê jî divê em têkoşînê geş bikin û bi hevkariya hemû jinan, cîhana xwe rizgar bikin.
‘EM PERGALA ALTERNATÎF AVA DIKIN’
Bi taybetî bi şoreşa Rojava ya ku Şoreşa Jinan e jî me da xuyakirin ku jin hêza parastin û avakirinê ne jî. Em bi tenê li hemberî êrîşan şer nakin, di heman demê de em pergala xwe ya alternatîf jî ava dikin.
Werin em bi hev re vê berxwedanê geş bikin û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadiya jinan.”