KJK'ê li dijî şerekî gengaz banga hişyarî û têkoşînê kir

Koordînasyona KJK'ê: Di dîroka Kurdistanê de kengî şerê birakujî çêbû, hingî gelê me êşên gelekî giran kişand. Mirov dikarin rewşeke giran ji bîr bike, lê belê şerekî bi vî rengî ti carî ji bîr nake."

Koordînasyona KJK'ê têkildarî ihtimala şerekî gengaz ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û rewşa dawî daxuyaniyek weşand. Koordînasyonê diyar kir ku partiyên Kurd divê di çarçoveyeke berfireh de li pirsgirêkan binerin, hewl bidin bi rêya diyalog, hevdîtin, sebir û rêyên medenî çareser bikin.

Koordînasyona KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Şerekî bi vî rengî wê herî zêde zerarê bide hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK'ê. Ji ber vê yekê dawî li amadekariya vî şerî bînin. Nekevin ber bayê dewleta Tirk."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şerekî gengaz ê birakujiyê dikare Kurdistanê li rewşa sed sal beriya niha vegerîne û hate gotin, "Gelê me di demeke gelekî girîng a dîrokî de ye. Di dîroka xwe de yekemcar bi navê gel em di demeke xurt a jinûve vejînê de ne. Bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst ku dijminê sereke yê gelê Kurd e, bi taybetî di nava pênc salên dawî de li dijî gelê me şerekî qirkirinê û tunekirinê yê topyekûn tê meşandin û li dijî vî şerî li tevahiya Kurdistanê berxwedaneke mezin, şerekî hebûnê tê meşandin.

Ji bo bidawîkirina Tifaqên Navneteweyî yên Qirêj û têkbirina dewletên mêtinger ên li herêmê ku di sedsala dawî de biryar li ser tunekirina Kurdan dan, lehengiyên mezin, berxwedanên mezin hatin kirin. Li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat gelê me pêşketin û destketiyên girîng bi dest xistin.

GELÊ KURDISTANÊ XWE JINÛVE AFIRAND

Gelê me yê li Bakur, li gel asîmîlasyon, zexta înkar û tunekirinê ya giran a dewleta Tirk, hebûna xwe, jinûve vejîna nasnameya neteweyî ya Kurd bi ruhê fedayî, bi pêşengiya Serok Apo kir. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê jî bi pêşengiya pêşmergeyan li dijî rejÎma Saddam berdêlên giran da, Raperîna xwe pêk anî û hikumeteke Kurdistanê ava kir.

Gelê me yê lİ Rojava bi berxwedaneke efsanewî ya mezin a li dijî DAÎŞ'ê xweseriya xwe pêk tîne. Li Rojhilat gelê me li dijî rejîma Îranê, di bin fetwayên darvekirinê de bi berxwedaneke mezin û welatparêziyê têkoşîna xwe bi xurtî didomîne.

Bi pêşketina têkoşîna azadiyê ya gelê me re, olên Êzidî, Elewî, Yarsanî û El Heq ên zexta tunebûnê li wan tê kirin, ji nû ve derketin holê.

JINÊN KURD NIHA PÊŞENG IN

Ya herî girîng û balkêş jî ew e ku jinên Kurd ên di nava jiyanê de ziman û rengê wê tune bû, bi hestên welatparêziyê û azadiyê li her qada jiyanê bi rengekî fedayî bi erka pêşengiyê radibe. Eger em bi rengekî rast û aqilane tevbigerin, li gel berdêlên giran, zor û zehmetiyan jî em di dema zêrîn a Kurdan de ne.

AMADEKARIYA PDK'Ê YA JI BO OPERASYONA LI QADÊN GERÎLA GELEKÎ METIRSÎDAR E

Derfetên me hene ku em sedsala 21'ê bikin sedsala azadiyê û bidestxistina statuyê ya li hemû parçeyan. Em, gelê Kurd dikarin destketiyên mezin bi dest bixin.

Di demeke wiha de amadkariya PDK'ê ya ji bo operasyonek li dijî qadên me yên gerîla, hewldaneke gelekî metirsîdar e û ji bo gelê Kurd jî gaveke bêşensî ye. Ji bo gelê me ku di nava zext û zordariya rejîmên serdest û dewletên mêtinger de ye, wê bibe sedem ku ji aliyê madî û manewî ve gelekî winda bike. Destpêkirina şerekî bi vî rengî ji aliyê PDK'ê ve herî zêde wê zerarê bide PDK'ê bi xwe.

Partiyên Kurd dikarin xwedî îdeolojî, nêrînên cuda bin, dikarin bi tundî jî hevdu rexne bikin. Lê belê eger ev yek veguhere şerekî fîzîkî yê li dijî hev, hingî rewş cuda dibe. Kurdan li Başûr û li Rojava li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin meşandin, bi hezaran şehîd dan. Li nava tevahiya raya giştî ya cîhanê, bûn xwedî cihekî rêzdar.

ŞERÊ NAVBERA KURDAN WÊ BI GELÊ KURD BIDE WINDAKIRIN

Eger hêzên Kurd li dijî hev şer bikin, bi taybetî jî eger PDK bi dewleta Tirk re bibe yek û êrişî herêmên gerîla bike, ev yek wê bibe sedema êşên giran, barîna rondikên çavan û windakirinê ji bo gelê me û partiyan hemûyan. Şerê birakujî di dıroka Kurdan de rûpelên herî qirêj û gemarî ne. Bi vî şerê birakujî re Tirkiye dixwaze beriya hilbijartinên DYE'yê drbeke din li gelê Kurd bixe. Ji bo vê jî PDK'ê sor dike, sozê dide PDK'ê û PDK'ê bi ser qadên gerîla, bi ser şervanên azadiyê ve dehf dide.

Divê PDK vê yekê fêhm bike, ji vê şaştiya dîrokî yekser vegere û li ber sorkirinên Tirkiyeyê û daxwazên DYE'yê rabe.

Tirkiye îro li cîhanê nayê hezkirin, teşhîr bûye. Dinya tev zane ku bi DAÎŞ'ê re kar dike. Hilbijartinên DYE'yê nêzîk dibe, Erdogan ê faşîst dixwaze bi piştgiriya Trûmp di vê pêvajoya navberê de li dijî PKK'ê şer bimeşîne. Şerê ku PDK bi hevkariya Tirkiyeyê li dijî gerîla bimeşîne wê ji bo gelê me bibe felaketeke mezin.

KURD BI HÊZA XWE, BERJEWENDÎ Û YEKÎTIYA XWE BI SER DIKEVIN

Hemû partiyên Kurd divê di demên wiha dîrokî, krîtîk de bêdeng nemînin. Divê bi nêzîkatiyeke wiha bin ku pêvajoyê dibînin, têkil dibin, li dijî ya şaş helwestê datînin, bi nêzîkatiyeke xwînsarî bin. Ya ku wê bi dest Kurdan ve bîne, mezin bike ne hêzên derve ne. Divê hêza gewherî ya gelê me, berjewendiyên gewherî, yekîtiyê esas bigirin.

Ji ber vê em bang li PDK'ê dikin ku xwe ji şer re hazir dike. Di dîroka Kurdistanê de çi dema ku birakujî bûbe wê demê di rihê gelê me de êşên mezin yên ku şopa wan neçe çêbûne. Mirov dikarin rewşên herî giran jî ji bîr bikin. Lê şerekî wiha di nav civaka Kurd de ti carî nayê jibîrkirin. Herî pir gelê me yê başûr di dîroka nêz de ev jiyaye. Li dijî rejîma Baas a mêtinger, li dijî dewleta Tirk şerkirin û şehîd bûn cihê rûmetê ye. Lê mirina bi guleya bira pir cihê ye. Tê maneya birînên ku tedawiya wê ne pêkan e. PDK heke êrîşê bi ser qadên gerîla de bîne, divê her kes zanibe şervanên me yên azadiyê wê berxwedaniyeke bêhempa û heta bi mirinê bidin.

RÊYÊN CIHÊ HENE KU EM PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN

Ji ber vê em bang li PDK'ê dikin. Dibe ku raman û îdeolojiyên me ji hev cihêbin. Şerê me di raman, siyaset û dîplomasiyê de dikare bibe. Ev normal e. Lê ji hêla fizîkî ve şerê du hêzên Kurd, rewşeke ku neyê efûkirin bi xwe re tîne. Hêza ku şer derxistî wê bie sûcdarê herî mezin ê şer. Partiyên Kurd divê hewl bidin ku pirsgirêkan bi çarçoweyeke berfireh, bi diyalog, hevdîtin, sebir û bi rêyên medenî çareser bikin. Şerekî wiha herî pir wê bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê, bi PDK'ê bide windakirin. Ji ber vê, dawî li haziriyên şer bînin. Bila handanên dewleta Tirk sor nebin.

Em dixwazin dubare bikin. Heke şerekî pêkan ê birakujiyê çêbibe, Kurdistan wê vegere ser beriya niha bi sed salî, wê rê li ber veke ku Kurd destkeftiyên pir girîng ji dest bidin. Kurdistan bi berfirehî wê ji dagirkirinê re vebe, wê bibe qadên ku dijmin zîtirkan lê dide. Di qada navnetewî de wê ti giraniya Kurdan nemîne û kes wan cidî nebîne. Windahiyên madî û manewî di srî de li Başûrê Kurdistanê wê bandorê li hemû Kurdistanê bike.

JI BO KU ŞER NEBE EM BIXEBITIN

Ji ber vê di serî de jinên Kurd ên başûrî, ciwan û gelê me yê Başûr banga me li hmeû jinên Kurd, ciwanan û gelê me ye.
Em hemû ji bo ku şer dernkeve hewl bidin. Em helwesta xwe diyar bikin . Jinên Kurd li hemû parçeyan divê gotina xwe ya hevpar, helwesta xwe, çalakiya xwe geş bikin. Pêvajoya niha em tê de pir girîng û nazik e.

Hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, nûçegihan, hunermend divê dema ku em tê de ne fêhm bikin. Em li bara şerekî pêkan ê birakujiyê nebin darîkar. Em li dijî dewleta Tirk a mêtinger rawestin. Ji bo ku ev şer raweste li hemû parçeyên Kurdistanê em çalakiyan bikin. Em jinên Kurd, ciwan, rewşenbîr û civak nehêlin ku ev şer bibe.

Ji bo ku şerê Kurd nebe em xebatan bikin."