KJK'ê Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi bîr anî

Koordînasyona KJK'ê Leyla Qasim a ku 13'ê Gulana 1974'an ji aliyê rejîma Baasê ve hate darvekirin û Şîrîn Elemhûlî ya ku 9'ê Gulana 2010'an ji aliyê Îranê ve hate darvekirin, bi bîr anî.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî. Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Meha Gulanê meheke welê ye bi şehadeta bi dehan hevrêyên hêja her rojeke xwe bûye kêliyên berxwedan û têkoşînê. Ji ber vê yekê meha Gulanê meheke welê ye ku nirxên me yên civakî di şexsê van hevrêyan de her tim lê hatiye xurtkirin, zindî ne û hinceta me ya têkoşînê timî di vê mehê de nû dibe. Hêza me ya têkoşînê ku li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye, me ji van hevrêyên hêja weke mîrate wergirt, gihand vê serdemê û siberoja xwe jî bi mezinkirina mîrateya van hevrêyan pêk bînin. Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bi jiyan û berxwedana xwe ya bêhempa bûn ji hevrêyên jin ên bêhempa ku meha Gulanê kirin meha nirxan.

LEYLA QASIM LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ QÎRÎNA BERXWEDANÊ YA KURDAN E

Leyla Qasim dema ku li Zanîngeha Bexdayê xwendekar bû, rejîma Baasê ya Iraqê di 24'ê Nîsana 1974'an de bombe li Qeladizê barand, gelek Kurd qetil kir. Leyla Qasim jî tevî komek ji hevalên xwe amadekarî dikirin ku bersiva vê komkujiyê bidin. Hestên wê yên welatparêziyê wijdanê Leyla Qasim e ku li hemberî van komkujiyên bêdeng nema. Lê belê hîn di dema amadekariyê de hate girtin, li gel êşkenceyên giran jî ji dîroka me ya berxwedanê ya jinên Kurd tawîz neda û weke jineke Kurd navê xwe bi vî rengî neqişand, di 13'ê Gulana 1974'an de tevî 4 hevalên xwe hate darvekirin. Leyla Qasim li dijî rejîma Saddam a dîktator, bû qîrîna berxwedanê ya Kurdên azad. Weke jinekê têgihişt ku welatê azad ji dibistanê, ji jiyana şexsî bêhtir hêja ye. Dijmin jê re got ku eger bibêje poşman bûye wê rizgar bibe, lê belê wê bi berxwedanê bersiv da dijmin.

Li vê xakê milîtaneke jin a mîna Leyla Qasim demekê hebû. Jinên Başûrê Kurdistanê hemû divê vê berxwedanê ji xwe re bikin mîrate, çawa ku Leyla Qasim li dijî rejîma Saddam a mêtinger û dagirker, li hemberî komkujiyên ku li Kurdistanê hatin kirin bêdeng nema, li ber xwe da, îro jî heman wezîfeya welatparêziyê li ser milê jinên ji Başûrê Kurdistanê ne. Jinên li Başûrê Kurdistanê hemû divê destpêkê ji bo mafên xwe yên tune tên hesibandin, ji bo azadiyê û yekîtiya neteweyî bixebitin, li dijî xiyaneta ku piştgiriyê dide êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê bi taybetî jî li ser Başûrê Kurdistanê têkoşînê mezin bikin. Leyla Qasim bi têkoşîna xwe ya bi rûmet ji Başûr heta Bakur, ji Rojava heta Rojhilat li çar parçeyên Kurdistanê bû navê zarokên keç, bû navê kevneşopiya welatparêzî û berxwedanê. Di serî de jinên li Başûrê Kurdistanê divê jin hemû xwedî li vê mîrateyê derkevin, mezin bikin û bigihînin siberojê.

ŞÎRÎN ELEMHÛLÎ BERXWEDÊRA DESTPÊKÊ YA TEVGERA AZADIYA JINÊ BÛ KU HATE DARVEKIRIN

Hevala Şîrîn Elemhûlî jî li Îranê ku nefes li jinan dihate birîn, li dijî Kurdan polîtîkayên înkar û îmhayê di dewrê de ye, agirê azadiya gel û jinê geş kir, lewma hate girtin. Ew jî mîna Leyla Qasim xwediyê mîrateya herî xurt kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd, li hemberî êşkenceya herî giran li ber xwe da, di 9'ê Gulana 2010'an de bi hinceta endametiya PJAK'ê tevî Ferzad Kemanger, Alî Haydarîan û Farhad Wekîlî hate darvekirin. Hevala Şîrîn Elemhûlî di dîroka me ya azadiya jinê de ku bi Rêber Apo destpê kir, yekemîn jin bû ku hate darvekirin.

SERHILDANÊN JIN, JIYAN, AZADÎ

Weke tevgera jinên Kurd, em ji dîroka xwe ya têkoşînê zanin ku ti pêşketin û berxwedan ji ber xwe ve nabe. Lewma her berxwedan teqez xwe dispêre kevneşopî û dîrokekê û ji xwe re dike mîrate. Serhildanên ku îro ji bo Jîna Emînî tê lidarxistin ku ji ber porê wê xuya dikir ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hate qetilkirin, bêguman kevnşeopiya berxwedanê ya vî çemî ji xwe re kiriye mîrate ku eşqa azadiyê ya hevala Şîrîn diherikîne. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku hevala Şîrîn li dîwarên zindanê nivîsî di van serhildanan de mîna aşûtê mezin bûye û bi rengekî efsûnî li cîhanê belav bûye.

Îran ku ji vê hêza formûla efsûnî ditirse, li hemberî berxwedana bêhempa cezayên darvekirinê zêde kir, li hundir bi hezaran hunermend, rojnamevan, aktîvîst, jin ên xwendekar, bi deh hezaran kes girtin. Her wiha di serî de xwendekarên keç li dibistan û wargehên dewletê jehr da bi hezaran ciwanan, bi vî rengî hewl didin berxwedan û îradeya wan bişikînin, li dijî keçan qanûnên paşverû dixe meriyetê. Biryarê werdigire ku li şûna dewriyeyên Îrşatê, jinan 24 saetan bi kamerayan bişopînin, yên li gorî qanûnan tevnagerin bi vî rengî tespît bikin û ceza bikin. Her kamerayek ji bo jinan ji mêrekî bi mejiyê serwer ê mêr û polîsekî bi heman mejî cuda nîne, aqlê dewletê ye ku hewl dide li nava hemû hucreyên civakê belav bike. Serhildan û şerê diqewime veguherî krîzekê ku bandor li hemû jinan, ciwanan û gelan kir, ji 7 heta 70 salî bû barek li ser milê tevahiya civakê, dewleta Îranê hemû pirsgirêkan bi darvekirinê, avêtina zindanê, qetilkirinê, tepsiandinê û çend reformên biçûk çareser bike. Mîna li hundir li derve jî heman siyasetê ji xwe re dike esas, li ser bingeha dijberiya li şoreşê tifaqan dimeşîne. Li dijî jin û ciwanên ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ku qîrîna jiyana azad e û li cîhanê belav bûye, di siyaseta berê de israr dike.

PÊWÎSTÎ BI PERGALEK KONFEDERAL HEYE

Çawa ku di sala 1978’an de hemû gelên Îranê û gelê Kurd li dijî rejîma Şah rabûn ser piyan, lê rejîma molla dest danî ser şoreşa gel û li dijî hêzên şoreşger bê şert û merc teslîmbûna desthilatdariyê hatiye ferzkirin, divê îro jin li hember rejîma ku hewl dide şoreşa Rojhilat û Îranê berovajî bike û tîbûna jin û ciwanan a azadiyê tenê weke pirsgirêka hîcabê nîşan bide, hişyar be. Ji bo şoreş di hemû şaneyên qada civakî de pêk were divê hemû jinên Îran û Rojhilat bixebitin. Ji bo vê jî pêwîstî bi sîstemeke konfederal a demokratîk a ku hemû gelên Îran û Rojhilat di nav xwe de dihewîne heye ku jin bi rengê xwe beşdarî hemû pêkhateyên civakî bibin. Divê ev şoreşa ku di mejiya jinan de destpêkiriye, birêxistin bikin, komîn û meclîsên xwerêveberiyê li ser bingeha hêza xweser a jinan û hemû gelên Îranê pêş bixin û divê jinên Îranê, gel û komên baweriyan pêşengiya têkoşîna azadî û demokrasiyê bikin.

Em di şexsê Leyla Qasim a ji aliyê rejîma BAAS a Iraqê ve hat îdamkirin û Şîrîn Elemhûlî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hat darvekirin, em hemû hevrêyên ku di avakirina sîstemeke demokratîk, dadmend û wekhev de bi canê xwe berdêl dane û şehîd bûne bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê nû dikin. Bi rastiya têkoşîna me ya îro ku me ji van hevrêyên jin ên berxwedêr mîras girtiye, em bang li hemû jinan dikin ku 'Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa jinê’ ve pêngava xwe mezin bikin û bi hêztir ber bi paşerojê ve bimeşin.”