KJK’ê Şehîd Şaha bibîr anî
Koordînasyona KJK’ê kadroya PKK’ê Şaha Hisên a 1’ê Cotmehê di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûbû, bibîr anî û soza xwediderketinê û bi cihanîna hestên wê û hemû şahîdan da.
Koordînasyona KJK’ê kadroya PKK’ê Şaha Hisên a 1’ê Cotmehê di encama nexweşiya penceşêrê de şehîd bûbû, bibîr anî û soza xwediderketinê û bi cihanîna hestên wê û hemû şahîdan da.
Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê Kadroya PKK’ê Şaha Hisên a 31 sal di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşîn kir û şehîd bû bibîr anî.
KJK’’ê li ser têkoşîn û jiyana Şaha ev got:
“Di dîroka gel Kurd, ji milê hêzên hegomonîk ve her timî li hemberî gele Kurd polîtîkayên qirkirin û tunekirinê, bi rêve birine û nehêştin ku tu carî serê xwe rabike, kengê gelê Kurd xwestiye ku serê xwe rabike, bi dar li serê wan dane, mina ku di serhildana dawî de gotin ku; ‘me ew Kurdistana xeyalî li sere çiyayên Agiriyê bin erd kiriye’. Piştî bi demek dirêj bêdengiyek li Kurdistanê hebû, lê heqîqteke gerdonê heye û tu carî ev heqîqet nayê ber tarafkirin, ew jî ew e ku tu carî tarî di gerdonê de namîne. Wê roj bi ser tarîbûnê de bê, ew roj ku her timî mirovan zindî dihêle û hemû hucreyên ku di bedena mirov de heye hemû têxîne tevgerê û ji nû ve hemû zindiyên ku li ser rûyê cîhane hene bi bi têhna rojê serî radikin û dibêjin; ‘hina em dijîn û nemirine’ ev jî wesfa xwe di gelê Kurde tê dîtin.
Piştî xewan mirinê êdî roj li esîmanên Kurdistanê bilind dibe, ew jî bi derketina tevgera azadiyê li Kurdistanê ku pêşengtiya wê Rêber Apo kir û heya roja îro hat.
Eger ku îro ewqasî destkeftiyên gelê Kurd heye, ji xewna mirinê şiyar bûye, daxwaza mafê xwe dike, serî li ber dagirkeriyê natewîne, teslîm nabe, natirse, li ber xwe dide, ev hemû bi saya bi hezaran ewladên gelê Kurdistanê yên giranbiha bê dudilî canê xwe ji bo azadiya gelê xwe dane û xaka Kurdistanê ya bi xwîna hezaran şehîdan hate avdan. Bi saya wê îro Kurdistan zindî bûye û her kes evîdnarê vê axê ye.
‘ZILM QEBÛL NEKIR, TEVLÎ PKK’Ê BÛ’
Hevrê Şaha yek ji wan hevrêyên jin ên tevlî karwanên nemiran bûye. Hevrê Şaha di temenê xwe yê ciwan de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Hevrê Şaha rewşa Kurdistanê dît, zilm û zordariya li ser gelê Kurd dihate kirin, qebû nekir, çawa ku Rêber Apo nas kir bê dudilî tevlî maratona Azadiya Kurdistanê bû.
‘LI BER DESTÊ RÊBER APO PERWERDEHÎ DÎT, BÛ NÛNERA XETA WÎ’
Hevrê Şaha Hisên li bajarê Dêrik a Rojavayê Kurdistanê sala 1978’an hatiye dinê. Sala 1989’an de jî tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûye. Hevrê Şaha li warê Îsmaîlan, Şervînan, Hemzeyan, Dîlanan a Dêrikê di nava têkoşîna azadiyê de bi welatparêziya xwe ya xurt tê nasîn. Hevrê Şaha di navbera salên 1991-1992’an bûye xwendekara Serok Apo û li ber destê Rêber Apo perwerde bûye. Yek ji taybetmendiya herî xurt a hevrê Şaha xeta Rêber Apo pir xurt diparast û birêve dibir. Hevrê Şaha bi girêdanbûna xwe ya hevêrtî û dirustbûna xwe di nava hevrêyên xwe de dihate nasîn. Hevrê Şaha li cihekî nedisekinî, bi xwezayê re dijiya, rûken bû. Hevaltiya Heqiyan, Kemala û Mezlûman esas digirt. Li gorî hevrê Şaha hevrêtî wê bihêle ku civaka PKK’ê tim zindî bihêle. Hevrê Şaha pir ji jiyînê hezdikir û li ber nexweşiya penceşêrê tim berxwe da. Hevrê Şaha ji bo parastina xeta Rêber Apo tim şerekî bê hempa dida. Vê yekê jî tim bi sekin û tevlîbûna xwe nîşan dida. Di sekna hevrê Şaha de sekna partiyê hebû. Hevrê Şaha di meşa xwe ya 31 salî ya têkoşînê de nefes bi nefes kar kir. Hevrê şaha bi fedekariyeke mezin şahidî ji hemû destkeftiyên Tevgera Azadiya Jinê re kir. Ew bi xwe jî di nav de bûye. Hevrê Şaha pêşenga Tevgera Jinê bû. Li her dera Kurdistanê kar û xebat kiriye. Di her ast û berpirsyariyê de kar meşandiye. Hem li qadên leşkerî û hem jî civakî erk girtiye û serketî kiriye. Timî xwe li ber Rêber Apo deyndar didît. Hevrê Şaha bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, li Efrînê kar kir. Bi dagirkirina Efrînê re birînek mezin di dilê hevrê Şaha de çêbû û tim digot; ‘Em ê Efrînê rizgar bikin.’
‘HESRET Û XWESTEKÊN ŞEHÎDAN BI CIH BÎNIN’
Mixabin vê nexweşiyê rê neda ku hevrê Şaha Rêber Apo bibîne û 1’ê Cotmeha 2020’ê şehîd bû. Şehîdbûna hevrê Şaha ji bo Tevgera Jinê windahiyeke pir mezin bû, bi êş bû. Rêber Apo dibêje; ‘PKK partiya şehîdan e’ ji bo wê divê em xwedî li şehîdan derkevin. Ev erka serekî ya gelê me yê welatparêz e. Deynê hevrêyên şehîd li ser milê me tevan heye, ji bo em deynê xwe bidin, tê xwestin ku demekî berî demekê Rêber Apo azad bikin, dagirkeran ji Kurdistanê bicehenimînin. Xwesteka hevrê Şaha ev bû.
Bi taybet divê jinên ciwan xwedî li têkoşîna hevrê Şaha derkevin, divê cihê hevrê Şaha nehêlin vala. Ji bo xewn û xeyalên şehîdan pêk werin, tê xwestin ku di vê pêvajoyê de serî li hember dagirkeriyê rakin û bi erk û berpirsyariyên xwe rabin ku bikarin Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê hilweşînin.
Em KJK li ser şopa hevrê Şaha ne. Bi ruh û coşa hevrê Şaha em ê erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistan azad bicih bînin. Li ser vî bingehî em dibêjin hevrê Şaha tu ti carî namirî, di dil û mejiyê me de bi me re dijî.
Li beramberî Şehîd Şaha û hemû şehîdan soza x we ya têkoşîna azadiyê nû dikin û em ê ala we li erdê nehêlin.”