KJK: Divê Azîme Arsûn demildest bê berdan

Komîteya Têkilî û Tifaqan a Demokratîk a KJK’ê, girtina Azîme Arsûn li Balafirgeha Hewlêrê, şermezar kir û daxwaza berdana wê kir.

Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a KJK’ê, di der barê siyasetmedara Kurd Azîme Arsun a li balafirgeha Hewlêrê hat destgîrkirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de, hevkariya PDK’ê û MÎT’ê li balafirgeha Hewlêrê girtina Azîme Arsûn hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku xetereya radestkirina dewleta Tirk a wê, heye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Divê PDK, dev ji piştgiriya bi dewleta Tirk a faşîst û mêtinger re, berde, tavilê hevala me Azîme Arsûn berde.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“2’yê Gulanê hevrêya me Azîme Arsûn, dema ku ji bo dermankirinê dixwest derbasî Ewropayê bibe, bi daxwaza dewleta Tirk li Balafirgeha Hewlêrê hat girtin. Em vê şermezar dikin. Bi rojan e di der barê hevala me ya ku Parastin wê bir cihekê nediyar, tu agahî nayê girtin. Dibe ku hevrêya me  ku bi hevkariya MÎT’ê hat revandin, radestê dewleta Tirk bê kirin.

Tê zanîn ku Komara Tirkiyeyê di salên dawiyê de polîtîkayên qirkirina jinan û qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê, kûr kiriye. Mîlîtan û welatparêzên me yên hêja yên ji bo gelê xwe têdikoşin li Başûrê Kurdistanê li navenda bajaran ji aliyê şebekeyên cinayetê yên dewleta Tirk ve bi êrîşên sûîkastê tên şehîdkirin, li qadên Parastina Medyayê bi çekên ku di qada navneteweyî de hatine qedexekirin êrîş li ser hêzên demokratîk xistin nav tevgerê û divê bixe nav tevgerê. Li hemberî van sepanên ku zirarê dide yekitî, yekbûn û berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd hemu partiyên Kurd, siyasetmedar û rewşenbîr li gel gelê xwe cih bigirin. Lê li hemberî van êrîşan helwestên hin hêz û partiyan cesaretê dide dijminên Kurdan. PDK’ê yê ku bertekên gelê me yê li dijî têkiliyên wê yên bi dewleta Tirk re ku ji bo bi temamî yekitiya neteweyî, hebûn û nirxên gelê Kurd ji holê rake, çi ji destê wê tê dike ji nedîtî ve tê, di vê mijarê de cesaretê dide dewleta Tirk a faşîst. 

Bi vî rengî, têkiliyên hin hêzên ji Başûrê Kurdistanê ku li ser esasê şirîkatiya politikayên qirkirinê yên dewleta Tirk, bipêşxistin bi qasî trajîk e, xetere ye jî.

Divê bê zanîn ku ev kirina dawîn a li hemberî siyasetmedara jin a Kurd ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe daye, tenê dilê dijminên Kurdan xweş dike. Nehiştina nêzîkatiyên bi vî rengî ku gelê me gelekî aciz dike, pêwistiyeke neteweyî ye.

Ev bûyera ku di beriya van rojên dîrokî ku em ê li Bakur, Kurdistan-Tirkiye rejîma faşîst a AKPMHP’ê ku dijminê Kurdan û gelan e, di sandoqan de binax bikin, wê weke hevkarî bê tomarkirin. Divê neyê jibîrkirin ku diyar e hêzên bi vê rejîma faşîst re hevkariyê dikin wê bi vê hilbijartinê re gelek tiştan ji dest bidin. Ji ber vê yekê em bang li hêzên berpirsyar ên vê bûyerê dikin ku ji dev ji hesabên xwe yên şaş berdin û li eniya berxwedanê ya li dijî faşîzmê bibin xwedî. Weke jin ji bo girtina rê li ber polîtîkayên partiyên desthilatdar ên ku zirarê didin yekitiya neteweyî, divê em jî hewildan û xebatên xwe xurtir bikin. Bi vê minasebetê, em bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê yên welatparêz, demokrat û rewşenbîr dikin ku li dijî vê bûyerê bibin xwedî helwest.”