KJK: Bi dirûşma Jin Jiyan Azadî em ê berxwedanê bidomînin

KJK’ê got: ‘’Em ê bi gotinên Jin, Jiyan, Azadî meşa xwe, berxwedana xwe û avakirina jiyana azad berdewam bikin’’ û xwest ku Newrozê her dever bibin qada berxwedanê.

Koordînasyona KJK’ê jinên ku 8’ê Adarê daketin qadan, jinên ku li zindan, Rojava û Şengalê li ber xwe dan slav kir.

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke niviksî da û bal kişande ser çalakiyên îsal ê 8’ê Adarê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’8’ê Adara 2017’an li hemû dinyayê li Kurdistanê bi coşdarî hate pîrozkirin. Di sedsala 21. de li dijî hêzên dewletparêz û desthilatdarxwaz a serweriya zilêm ku bi hişmendiya dîn, nîjatperestî û zayendîparêziyê hatine tijekirin, jin li ser zemîna îdeolojiya azadiyê berxwedaneke mezin nîşan dane. 8’ê Adarê li 50 welatî çalakiyên karberdanê yên jinan, çalakiyên dijî kurtajê yên li Emrîkaya Bakur û gelek welatan, serhildanên azadiyê yên Rojhilata Navîn ên bi pêşengiya jina Kurd bûne nîşaneyên berbiçav ên hêvî û lêgerînên azadiyê yên hemû mirovahiyê. Bihara jinan a sedsala 21. dest pê kirî û şoreşa jinê desthilatdariya zilam-serweriyê ya 5 hezar salan bi paş ve xist û bi  lez û bez berbelav dibe. Lîlandin, qêrîn, govend û meşa wan a wêrekane ya jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin, bi berxwedaneke mezin geş dibin. Jin êdî gavên xwe yên rêxistiniya hevpar û çalakiyên xwe bi gavên bilez pêk tînin. Mirovahî bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê rêxistinbûnê pêk tîne û têkoşînê geş dike û wê jiyana azad wekhev ava bike. Li ser vê zemînê berxwedanên jinan ên Bakurê Emrîka, li Kurdistanê û Tirkiyê li gel xeleka zilmê jî têkoşîna birûmet a 8’ê Adarê a hemû jinan em slav dikin.’’

 ‘AKP YA BI HIŞMENDIYA DAIŞ’Ê

Li gel faşîzm, desthilatdarî, tundiya derasayî, girtin û êşkenceya zilêm a li Tirkiyê jî em hemû berxwedan û têkoşîna jinan a bi li Amed, Wan, Stenbol û Enqere ni qêrînên xwe yên berxwedanê û bi azweriya xwe ya kûr ji bo jiyaneke azad û wekhev nîşan dan slav dikin. Em êrîşên çeteyên faşîst ên AKP’ê yên bi hişmendiya AKP’ê yên li zanîngeha Bîlkentê ê bi ser jinan de bi tundî şermezar dikin, berxwedana wan slav dikin, em dixwazin diyar bikin ku her demê em li cem wan in.’’

JINÊN ŞENGAL, ROJAVA Û ZINDANÊ HATIN SLAVKIRIN

KJK’ê di daxuyaniya xwe de ji bo jinên li zindanan, li Şengal û Rojava ev peyam dan:

Em hemû siyasetmedar, parlamenter, hevserok, dayikên jin ên di girtîgehan de, di şexê Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gulten Kişanak, Aysel Tugluk, Ayla Akad, Sara Aktaş, Nurhayat Altun, Çaglar Demîrel de hemû hevreyên xwe yên ku di zindanan de li ber xwe didin bi hurmet û hezkirinê slav dikin. Jin li zindanan di xeta hevrê Sakîne Cansiz de bi giyanekî mezin ê berxwedanê li ber xwe didin. Em careke dî hemû hevreyên xwe yên li zindanan, hemû hevreyên xwe yên li dijî faşîzmê ketine girêva birçîbûnê careke dî slav dikin.

Li Tirkiyê wekhevî, azadî, dadmendî, aştî, mafê mirovan, azadiya xwezayê, wê li ser hîmê rêxistinbûnê, têkoşîna hevpar, hevparbûna wê û bi pêşengiya wê pêk were. Desthilatdariya faşîst a Erdogan wê berxwedana jinan têk biçe. Gel, bawerî, jinên çewisandî bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê azadiyê pêk tîne. 8’ê Adara 2017’an bûye nîşana vê ya herî berbiçav.

Li Rojavayê Kurdistnaê hêviya rizgariya mirovahiyê bi pêşengiya jinê dîsa vedije. Şoreşa Rojava şoreşeke wiha ye ku neteweya demokratîk bi pêşengiya jinê pêk tê. Em hemû jinên li Bakurê Sûriyê, li Efrîn, Kobanê, Cizîrê, Şehba, Heleb û Minbicê û li hemû bajarên din ji bo azadiyê têdikoşin, di mewziyan de ne, bi bawerî û rihê berxwedan û çalakiyê yê 8’ê Adarê slav dikin. Li gel hemû êrîşên rejîma Îranê, gef û qedexeyan jî hemû jinên berxwedêr ên ku 8’ê Adarê pîroz kirin, hemû dayikan, jinên ku  li Başûrê Kurdistanê ji ber sedema çalakiyên ku reng û helwesta jinê nîşan dane pîroz dikin. Ber bi Newrozê ve em bang li hemû jinên Kurdistanê dikin xebatên yekîtiya netewî xurttir bikin.

Em dayikên me yên Êzîdî yên Şengalê bi wêrekî û biryardar bersiv dane êrîşên PDK’ê, hêzên me yên YPŞ-YJŞ’ê di vê roja têkoşînê de pîroz dikin. Em berxwedana jinên Êzîdî yên ku bîrewer dibin, li ser vê zemînê pir geş dibin, civaka me yê Êzîdî yên Êzîdxana pîroz li ber xwe didin pîroz dikin. Em hevalbendiya  dewleta Tirk-PDK’ê ku bi rengekî gemarî dagirkirina xaka Êzîdxana pîroz plan kirine şermezar dikin. Li ser vê zemînê di serî jinên Kurdistanê, em bang li hemû jinên dinyayê dikin ku gelê Şengalê, jinên Êzîdî biparêzin, li djî çeteyên ku dewleta Tirk ew çêkirine, li dijî hewldana dagikirina Şengalê helwesta xwe diyar bikin. Tevgera me ya Azadiya Jinê ku bi giyan, raman û şêwaza çalakiyê ya Apoyî xwe birêxistin kiriye her demê wê li cem jinên Êzîdî, li cem têkoşîna azadiyê ya gelê xwe be. Parastina Şengalê wê pir bi xurtî were pêkanîn.’’

 ‘JINAN BI AZADIYÊ RE PEYMANA XWE NÛ KIRINE’

KJK’ê diyar kir ku li dinyayê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê 8’ê Adarê bi berxwedan, ruhê azadiyê hatiye pîrozkirin û got jinan peymana xwe ya bi azadiyê re nû kiriye. Wiha hate gotin: ‘’Bi xurtî xwedî li mîrateya berxwedana jinê, serhildêranan derketine. Nîşan dan ku ew sîstema zilam-serweriyê ya 5 hezar salî qebûl nakin. Di sedsala 21. de  azadiya jin, gel û baweriyan, jiyana hevpar a demokratîk wê bi deste jinan û bi pêşengiya wan pêk were.’’

Em ê bi gotinên Jin, Jiyan, Azadî meşa xwe, berxwedana xwe û avakirina jiyana azad berdewam bikin. Em bang li hemû jinan dikink u 21’ê Adarê Cejna Newrozê li hemû deverên ku Kurd lê dijîn, bi mezinkirina nirxên berxwedana dîrokî, bi coşdarî pîroz kirin. Ji bo ku rih û hêza çalakiyê ya 8’ê Adarê di pîrozbahiyên Newrozê were gerandin, ji bo her dever bi agirê Newrozê were ronîkirin, her dever bibe qada berxwedanê, em bang li jinên Kurd dikin li her deverê li ber xw bidin. Ji bo ku em azadiya Rêbertiya xwe, gelê xwe û jinan bi berxwedana Newrozê mezintir bikin, em li bendê ne ku her kes tevbigere, vejîna biharê bigihînin berzbûna têkoşînê. Li dijî êrîşên giştî tên bi ser Tevgera me ya Azadiyê de, bi mezinkirina yekitiya netewî ya gelê me û berxwedanê berxwedana mezin a dîrokî ya Rêbertiya azad, Kurdistana azad bi pêşengiya jin û ciwanan em pêk bînin. Em giyanê berxwedanê yê 8’ê Adarê û Newrozê, hêza rêxistinbûyî ya civakî, bi pêşengiya jinan, di referandûma Tirkiyê de ‘na’yan zêde bikin, bikin amûra ku pê desthilatdariya Erdogan ê faşîst têk bibin. Em jin û gel bi rihekî seferberbûyî ji bo dawîlêanîna dîktatorî, faşîzm û siltaniya yek zilamî em berxwedana Newrozê geş bikin, bi dengê ‘na’yan dîktatoriyê bavêjin ser sergoya dîrokê.’’