Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em dikevin salvegera 8’an a qetlîama li ser şoreşgera mezin Sara –Sakîne Cansiz- a ku Nasnameya Jina Azad di nava xwe de şênber kiriye, Rojbîn –Fîdan Dogan- û Ronahî-Leyla Şaylemez- ên ku li dijî rastiya kapîtalîzmê ya ku mirova ji cewhera wê dûr dixînin cewherê diparêzin. Ev êrîş li dijî têkbirina Îdeolojiya Azadiyê ya Jinan û rastiya Rêber Apo pûç bikin hatine kirin. Ev qetlîam di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’emîn de ji aliyê hêzên kapîtalîst ên ku ji aliyê çeteyên MÎT’ê yên Erdogan hatine rêxistinkirin e. Bi biryardariya em hesabên van qetlîaman bipirsin di şexsê heval Sara, Rojbîn û Fîdan û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku di 5’ê Çileya 2016’an de hatibûn qetilkirin û di şexsê heval Zîn Cîzre û Leyla Agirî de em hemû şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet silav dikin.
QETLÎAMA PARÎSÊ NE BI TENÊ ÊRÎŞA ÇETEYÊN TIRK Û MÎTÊ YE
Aloziya ku modernîteya kapîtalîst ketiyê li ser desteserkirina azadiya jinan û gelan xwe rêxistinkirî ye, li gorî şerên din teşe û taktîka wê hatiye guherandin.
Paradîgmaya Demokratîk a ku Rêber Apo wê temsîl dike û tevgera azadiyê ya ku barê pêkanîna wê daye ser milê xwe, li ser esasê Neteweya Demokratîk gelê Kurd û gelên herêmê xwe ji nû ve ava kirine. Serweriya mêran a dewletparêz û desthilatparêz bi pergala êşkenceya Îmraliyê dixwaze Rêbertiya Îdeolojîk dorpêç bike, Bakurê Kurdistanê têxe bin pêyê rejîma faşîst, Şoreşa Rojava bi paş ve bibin û destûrê bidin êrîşên li ser Şengal û Bakurê Kurdistanê. Vê rastiya Şerê Cîhanê yê 3’emîn û tiştên tên kirin wekî ku Rêber Apo jî diyar dike, wê tu tişt di warê herêmî de nemîne, tişta herêmî di heman demê de gerdûnî ye jî. Li ser vî esasî em diyar dikin ku Qetlîama Parîsê ne bi tenê êrîşa çeteyên Tirk û MÎT’ê ne di heman demê li dijî rastiya jinan ya ku pêşengiya modernîteya demokratîk dikin jî li dijî jinên azad, mirovên azad û Kurdên azad e.
EV ÊRÎŞ LI DIJÎ CEWHERA STRATEJÎK A TÊKILIYA RÊBERTÎ Û JINAN E
Heval Sara yek ji endama damezirîner a Tevgera Azadiyê ya Kurdan e, hê di gava pêşîn de azadiya jinan xistiye navendê û li ser esasê parastina baweriya Elewî ya ku hewl tê dayîn were veguherandin, milîtaneke jin a azadîxwaza radîkal e. Wê hemû jiyana xwe li ser vî bingehî ava kiriye û wekî ku Rêber Apo jî dibêje ew pêşengiyeke jinan e ya ku tevgera azadiyê ya jinan û têkoşîna wê teşe kiriye. Ev qetlîam di şexsê heval Sara de, li dijî cewheta stratejîk a têkiliya Rêbertî û jinan hatiye kirin. Rêber Apo ji ber çawaniya îdeolojîk û rêxistinî ya vê rêhevaltiyê gotibû ‘Ha ez kuştime ha jî Sakîne’ û ev wateya rastîn a heval Sara û armanca cinayetê datîne holê.
Rêber Apo gotibû, “Dêrsim di sala 1938’an de hate qirkirin. Dema ez çûm Dêrsim fikrek di hişê min d ava bû. Dviê çanda gel a vê erdnîgariyê were jiyîn! Piştre hûn dizanin. Yek ji şahida herî zindî ya vî tiştî jî Sakîne Cansiz e. Dema Sakîne hate kuştin, min got, ‘Tişta ku pêk hat 1938’a duyemîn e’. Polîtîkayên qirkirina faşîst û dorpêçkirina Dêrsimê ya di warê asîmîlasyon û baweriyê de, yek ji polîtîkayên armanca vê cinayetê ye.
Heval Sara rastiya serweriya mêran dîtiye û xwedî vê rol û mîsyona stratejîk e ku îdeolojiya azadiya jinan e. Di nava rastiya sedsala 21’an de ji bo jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û jinên cîhanê girîngiya vî tiştî tê zanîn. Slogana ‘Wê jin cihanê rizgar bikin’ tiştekî gelekî muhîm e û serweriya mêran dide tirsand. Tişta di şexsê heval Sara de pêk tê, pêşengiya Şoreşa Jinan a Cîhanê ye. Heval Rojbîn û Ronajî ya ku milîtaniya van nirxên heval Sara temsîliyeta wê dikin jî ji ber vê sedemê hatine qetilkirin.
FRANSA BERPIRSÊ VÊ CÎNAYETÊ YE
Ev qetlîam li Parîsê pêk hat, darizandina têtikêş Omer Guney li demê hatiye belavkirin, darizandin ji bo gelê Kurd û jinên Kurd girtî hatiye kirin û beriya dadgehê mirineke bi plankirî ve diyar dibe ku têkiliya Fransayê jî di vî tiştî de heye. Fransa ligel ku belge û îspat hebûn, mikurhatinên rêveberên MÎT’ê derketin holê jî dewleta Tirk sûcdar nekiriye û li hemberî êrîşên faşîzan ên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike jî bêdeng maye. Fransayê têkiliyên xwe yên ekonomîk û siyasî yên bi dewleta Tirk re domandiye, ji bo serweriya dewleta Tirk a li Şengalê bang li hikumeta Iraqê kiriye, di provokasyonên PDK’ê de yekser PKK bi terorîzmê sûcdar kieiye. Heke Fransa di vê qetlîamê de ne xwedî roleke yekser be, divê rastiyan derxe holê û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya xwe biguherîne. Di şexsê jinan û gelê Kurd de Fransa berpirsê vê cînayetê ye. Sendîkaya Solîdarîre daxuyanî daye û vê helwesta kedkaran watedar e lê ji bo ku jin û gelên Fransayê vê cînayetê red bikin û li hemberî hebûna gelê Kurd polîtîkaya hurmetdar ava bike ,divê zêdetir zextan li hikumeta Fransayê bikin û têbikoşin.
FAŞÎZMÊ, ÇANDA WÊ YA TECAWÛZÊ Û POLÎKAYÊN QIRKIRINÊ EM BI ERDÊ RE BIKIN YEK
Pêvajoya ku em niha di nav de pêwîste ji bo azadiya jin û gelan baş bê zanîn. Li gorî vê rastiyê tevdigerin, an em ê li ser bingeha xwerêveberiyê bi parastina azadiya xwe têbikoşin, pergala heyî wekî rengek sazûmanî ya hişmendî û çanda tecawûzê bi bin bêxin, an jî em ê nikaribin ji fersenda azadiyê ya li pêşberî jin û gelan sûd werbigirin. Di rastiya komkujiya 9’ê Çileyê de pevçûna van her du tiştan heye. Ji bo vê sedemê, divê em têkoşîna li dijî faşîzmê li gorî rastiya ku hem azadiya neteweyî û hem jî jina, yekîtiya gelan û rêxistina Neteweya Demokratîk vebijartekên jiyanê yên herî baş in, raber bikin û divê em salvegera komkujiya 9'ê Çileyê veguherînin roja herî girîng ya vê têkoşînê û hesab bipirsin. Di vê wateyê de, divê em li ser bingeha van armancên ku pêşeroja her kesî eleqedar dikin werin ba hev û sala 2021’an veguherînin saleke berpirsiyarî û serfiraziya ji faşîzm, serdestiya mêr, tecawûzkar, qirker. Li ser vî bingehî, divê em bîranîna 9’ê Çileyê wekî roja lezgîn a têkoşînê saz bikin. Weke KJK, em bang li jinên Kurd û hemû jinên herêmê û cîhanê dikin ku beşdarî vê têkoşînê bibin û bi baweriya ku faşîzm tenê bi yekîtiya jin û gelan dikare bi bin bêxe, werin em faşîzmê, çanda tecawûzê, siyaseta qirkirinê, sazûmana çete-dewlet hilweşînin, em dibêjin ka em rakin wê lekebûna xwe ya ku mirovahî radike derbikevin.
Heval Sara di pirtÛka xwe de dibêje ku, “Erê, eger jiyan berxwedan be wê demê berxwedan hîna berdewam e. Gava ku Rêbertî qala pirtÛkên min yên bi berxwedan’ê dikir digot ku ji niha pêde dikarî romana xwe ya ‘Romana Serkeftinê’ binivîsî. Dibe ku firsenda nivisîna ‘Romana Serkeftinê’ çênebe lê ez ê tarzê serkeftinê di şerên xwe de bidim çêkirin.” Em bi vê îfadeya destanî bikevîn tevgerê bi yekbûna jinan û gelan li hemberî pergala dewlet-zilam serkeftina azadiyê pêşbêxîn, bi hevalbendiya heval Sara û Rêber APO azadiya Rêber APO bikîn navenda têkoşîna azadiya jinan û bilind bikin. Em dibêjîn ku bi armanca ‘Jiyanek Azad, Kurdistanek Azad, Jina Azad û Cîhana Azad’ minetên xwe pêşkêşî Sara’yan bikin. Li ser vî bingehî sala 2021’an bi biryara hilweşandina faşîzmê di şexsê Sara, Rojbîn, Ronahî pêşengên rêveberiya heqîqî Sêvê, Pakîze, Fatma û hemû şehîdan bi minet û rêz bi bîr tînîn û em dibêjîn ku sedema jiyana me divê layiqî bîranîna wan be.”