KJAR: Bi ruhê berxwedana Kobanê li ber dagirkeriyê rabin

Koordînasyona KJAR’ê têkildarî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a jinê dikin hedef daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk ji rêxistinbûna jinê ditirse, lewra li her derê Kurdistanê jinê dike hedef.

Koordînasyona KJAR’ê li ser êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîkî da ev bang kir: “Banga hemû jinên azadîxwaz û mirovên demokrat, sosyalist û jîngehparêz dikin ku bi têgihiştin û berpirsyartiya vê pêvajoya dîrokî de, bi ruhê berxwedana Kobanê li hember qirkirin û dagirkeriyê bibin yek da ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona KJAR’ê wiha ye:

‘EV ÊRÎŞ NE MIMKÛNE BÊ AGAHIYA EMERÎKA Û RÛSYA HATIBE KIRIN’

“Êrîşên herî dawî ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hatin êrîşekî ji rêzê û cara yekemin nîne. Êrîşên ku li ser axa Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê dewleta Tirk dagirker ve bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk tên berdewamiya êrîşên li ser Başurê Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê êrîşên ku li ser Kurdistanê tên kirin de armanc ne tenê PKK û gêrîlayên Kurdistanê ye, armanc tevahî qirkirina gelê Kurd û Kurdistanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê derveyî agahiya Emerîka û Rûsya dewleta dagirker a Tirkiyê nikare êrîşekî bivî awayî pêk bîne. Diyare ku ev êrîş bê erê kirina hêzên navneteweyî çênebû ye. Ev yek jî diyar dike ku qonaxekî nû ya konseptekî navneteweyî bi armanca qirkirina gelê Kurd  ketiye dewrê.

‘KOBANÊ DI DÎROKA MIROVAHIYÊ DE REMZEKÎ YA BERXWEDANÊ YE’

Dijminên qirker bi piştgiriya hêzên navneteweyî êrîşên xwe berfireh dike û êdî sînoran nas nake. Li herçar parçeyên Kurdistanê êrîşî destkeftiyên gelê Kurd bi taybet jî jinên Kurd dike. Dijminên Kurd ên sondxwarî li hemberî destkeftî û azadiya Kurdan xwe ranagre hêrsa têkçûyîna xwe dixwaze ji jinên Kurd derbixîne. Me vê yekê  di êrîşên 25’ê Hezîrana 2015’an û herî dawî jî 23’ê Hezîrana 2020’ande li Kobanî dît.  Kobanê  pir bi zanabûn hatiye hedef  kirin. Ji ber ku Kobanê bi berxwedana sedsalê dîrok nîvîsand. Yê ku pêşengtiya vê berxwedanê jî kirin jin bûn. Kobanê, ji bo dîroka mirovahiyê bû remzekî berxwedanê. Ji bo mirovahiya azadixwaz bû hêvî, bawerî û mînaka jiyana komînal û azad. Ruxmê hemû êrîş û zextan bi  vîna gelê Kurd û kesên sosyalist û azadîxwazan, ji bajarekî hatî wêran kiride, ji nûve bajarekî azad hate avakirin. Dewleta dagirker a Tirkiyê ruxmê hemu hewildanên xwe nekarî Kobanê têk bibe berevajiyê wê jî, bixwe têkçûyînekê jiyan kir ji bo na vê jî êrîşî Kobanê dike.

‘PARÊZVANÊ JINAN BÛ’

Di encama van êrîşên dawî de sê jinên têkoşer a bi navê Zehra Berkal, Dayê Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl hatin qetilkirin. Zehra Berkal a 33 salî endama Kongreya Star bû, di tevahî jiyana xwe de bû parêzvanê jinan. Ji bo parastina mafê jinan hertim di nava hewildanekê de bû. Dayîka Emîne jî, xwediyê 5 zarokan bû wek jinekî welatparêz li Rojavayê Kurdistanê li ser axa dê û bavê xwe hewilê jiyanekî nû, azad û wekhev  dida. Hebûn Mele Xelîl jî wek endama Kongreya Star ji bo azadiya jinan têdikoşiya.

JI RÊXISTINBÛNA JINAN DITIRSIN

Li Rojavayê Kurdistanê ev ne cara yekeme ku jin dibin hedefa dagirkeran. Li Efrîn, Serêkanî, Girê Spî kiryarên hovane ya dewleta dagirker a Tirkiyê bi dehan car eşkere bûye. Li hemberî rêxistin bûyîna jinên Kurd dewleta dagirker a Tirkiyê hertim di nav êrîşekê deye. Ev êrîşane ne tene li Rojavayê Kurdistanê tê kirin li hemû beşên Kurdistanê êrîş li ser jinan tê kirin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşkirina  sazî û rêxistinên jinan,  girtin û qetilkirina jinan, ne qebûl kirina îradeya  jinan wek saziya hevserkatiyê kiryarên herî berbi çavin. Li Başûr Kurdistanê rojane bi bombebaran kirina xakên Kurdistanê re jin rû bi rû yê qirkirina fîzîkî, ruhî, aborî dibin.

‘BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ RABIN’

Li hemberî van êrîşên qirker pêwîste ku tevahî gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd bêdeng namînin. Em KJAR destpêkê qetilkirina hersê jinên têkoşer şermezar dikin û li hemberê şahadetên wan soza sekeftina têkoşîna  xwe dubare dikin. Banga hemû jinên azadîxwaz û mirovên demokrat, sosyalist û jîngehparêz dikin ku bi têgihiştin û berpirsyartiya vê pêvajoya dîrokî de, bi ruhê berxwedana Kobanê li hember qirkirin û dagirkeriyê bibin yek da ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”