Kiryarên komkujiyên Sûr-Cizîr û Kobanê yek in

Ji fermandarên YPJ'ê Sozdar Dêrik û Sorxwîn Rojhilat û Delîla Kobanê, di salvegera komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîranê axivîn û diyar kirin, kiryarên komkujiyên Sûr-Cizîr û Kobanê yek in.

Di 25'ê Hezîrana 2015'an de, li pêş çavên tevahiya cîhanê, çeteyên DAIŞ'ê di bin kontrola leşkerên dewleta Tirk de ji Pirsûsê derbasî nava Kobanê bûn, êrîşî gelê ku piştî berxwedana 5 mehan vegeriya cih û warên xwe kirin û komkujiyeke mezin kirin. Ji fermandarên YPJ'ê Sozdar Dêrik, Sorxwîn Rojhilat û Delîl Kobanê ku hingî li Kobanê bûn gotin, kiryarê komkujiyê AKP ye.

'JIN BÛN NAVÊ BERXWEDAN Û LEHENGIYÊN MEZIN'

Rojhilat diyar kir, şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û zîhniyeta bi serdestiya mêr a nikare xwe li vê rewşê rabigire, her tim êrîşî vê şoreşê kiriye. Rojhilat destnîşan kir, di şexsê jinê de hat hate dayin nirxên civakê, yanî mirovahiyê biqedînin û got, "Ji ber ku jinên bi şoreşê re hişyar bûn û dijmin nas kirin, bûn navê berxwedan û lehengiyên mezin. Çalakiyên canbexşane lidar xistin, ku dijmin şoq kirin. Revanan, Arînan, hesabên zîhniyeta DAIŞ'ê ya bûye belayê serê mirovahiyê pûç kirin û bûn hêviya hemû gelan û mirovahiyê."

'ZÎHNIHETA BI SERDESTIYA MÊR NIKARE XWE LI DESTKETIYÊN JINÊ RABIGIRE'

Rojhilat bal kişand ser bêçaretiya zîhniyeta serdestiya mêr a li pêşberî şoreşa bi pêşengiya jinê û got, "Me ji destpêkê ve cihê TC ê di nava êrîşên DAIŞ'ê de zanîbûn. Cîhanê tev dît, bê TC çawa DAIŞ'ê diparêze. Ya ku dixwestin li Kobanê biqedînin, ku TC'ê xwe lê radigirt, ne tenê destketiyên Kurdan bûn. Tirs û fikar û bêçaretiya sîstema serdestiya mêr a li pêşberî şoreşa bi pêşengiya jinê bû. Ancax dijminatiyeke zîhnî ya bi vî rengî dikare komkujiyeke mîna 25'ê Hezîranê bikira. Wê rojê çend çeteyên DAIŞ'ê ji nava sînorên Tirkiyeyê ketin nava Kobanê, çend çeteyan xwe li Tirkiyeyê girtin, bi pêşengiya çend wesayitên leşkerî yên Tirk hatin, ev hemû ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Dewleta Tirk ji ber sedemên xwe yên îdeolojîk, hêzeke tarî ya mîna DAIŞ'ê diparêze û pêşengiyê jê re dike."

'ERDOGAN MEHKÛM E KU LI PÊŞBERÎ JINAN TÊK BIÇE'

Rojhilat destnîşan kir, komkujiya Kobanê ya bi desteka Erdogan hate kirin, mîna yek ji komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ye, ku weke deqeke reş li dîroka mirovahiyê ket. Rojhilat diyar kir, ya ku Erdogan li Bakurê Kurdistanê kiriye û dike, ji barbariya DAIŞ'ê mezintir e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi sedan mirovên me li jêrzemînên xaniyan bi saxî hatin şewitandin, cenazeyên dayikên me bi rojan li naverastê hatin hiştin û bi cenazeyan lîstin. Ya ku hate kirin ji barbariya DAIŞ'ê girantir bû. Û hêz jî zext, zlim, destavêtin, komkujî dewam dikin. Lê bila Erdogan vê baş zanibe, ew û dewleta wî çawa ku li Kobanê têk çûn, wê her tim li pêşberî jinan û Kurdan mehkûmî têkçûnê bin."

'ŞOREŞA ROJAVA DI ŞEXSÊ JINAN DE BÛ DESTKETIYA HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN'

Ji fermandarên YPJ'ê Sozdar Dêrik jî anî ziman, ku Şoreşa Rojava di şexsê jinê de bû destketiya hemû gelên Rojhilata Navîn û diyar kir, AKP ji bo vê destketiyê ji holê rake rêxistineke hov a ku bûye belayê serê tevahiya mirovahiyê, çeteyên bi navê DAIŞ'ê afirandiye.

Fermandar Dêrik got, "Di 25'ê Hezîranê de, bi kontrol û desteka TC bi sedan çeteyên Erdogan ketin nava Kobanê. Bi dehan jin, zarok, pitikên di zikê dayikê de û extiyar kuştin. Komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîranê xelekek ji komkujiyên ku TC bi sedan salan li Kurdan dikin e. Ev êrîşa ku bi hemû qirêjiya Erdogan û dijminatiya wî ya li Kurdan hate kirin, bi berxwedan û lehengiya YPG û YPJ'ê hate şikandin. Dijminatiya AKP'ê ya li jinan û Kurdan li Rojava berê bi maskeya DAIŞ'ê dihate kirin. Piştî ku welê li DAIŞ'ê hat ku nema dikare li hemberî YPJ'ê şer bike, ew bi xwe niha planên xwe dimeşînin."

Dêrik bal kişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan li Rojava, Bakurê Sûriyeyê û Bakurê Kurdistanê kiriye û herî dawî destnîşan kir, ku Erdogan û hêzên wî çi dikin bila bikin wê jin destûrê nedin ku bi ser bikevin.

'TOLA KOMKUJIYA 25'Ê HEZÎRANÊ WÊ BI BIDESTXISTINA HÊ BÊHTIR DESTKETIYAN BÊ HILANÎN'

Ji fermandarên Kobanê Delîla Kobanê jî anî ziman, berxwedana li Kobanê li dijî DAıŞ'ê hate kirin, li dijî hemû hêz û sîstemên li derveyî mirovahiyê bû.

Kobanê got, "25'ê Hezîranê hewldana Erdogan a ji bo tolhildanê bû. Bi şêweyê pêkanînê re cihê Erdogan ê di nava vê komkujiyê de diyarker e. Vegera gel a li cih û xwarên xwe dihat wateya xwedîderketina li şoreşê. Û êrîşa hate kirin jî yekser li dijî gel bû. Tevî hemû alîkarî û piştgiriya AKP'ê DAIŞ'ê nekarî li Rojava bi ser bikeve. Lewma hewl da her tiştî bi xwe bike. Hê jî Erdogan êrîşî Rojava dike. Li Bakurê Kurdistanê bi heman rêbazên DAIŞ'ê jin û gel tên qetilkirin. Faşîzma AKP'ê xwe li destketiyên Kurdan ranagire. Tiştekî rasthatî nîne ku êrîşên li Qereçoxê di dema azadkirina Tebqayê de pêk hat. Bila zanibe, çi dike bila bike wê nikaribe berxwedana jinê bişikîne, wê nikaribe pêşî li destketiyan bigire. Tevî hemû êrîşan jî, destketiyên roj bi roj li Şengalê tên bidestxistin, nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Xwedîderketina jina li Minbic, Reqa û Şengalê li vê şoreşê, nîşaneya herî watedar a vê ye. Ji ber ku jin li rastiyê digere. Li Kobanê sîstemeke nû û hêvî, di şexsê jinê de bû destketiya tevahiya cîhanê û berxwedana lê hate kirin li gelemperiya cîhanê belav bû. Geşkirina vê berxwedanê wê bibe hilanîna tola komkujiya 25'ê Hezîranê."