Kiliçarslan: Dadgeriya Tirk stargeha mêran e

Hevberdevka Enqereyê ya HDK'ê Fatma Kiliçarslan diyar kir, mêrên ku tundiyê dikin xwe dispêrin dadgeriya Tirk û encamê jî werdigirin.

Hevberdevka Enqereyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Fatma Kiliçarslan diyar kir ku bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê wê bi gelek rêxistin û platformên jinan tevna piştevaniyê ava bikin.

Kiliçarslan anî ziman ku wê 25'ê Mijdarê û piştî wê gelek çalakiyan bikin û got, "Heta 25'ê Mijdarê em ê li her devera ku lê ne bi rêxistin û platformên jinan dest bi pêvajoya çalakiyan bikin. Em ê her tim nîşanî desthilatdarî, dewletê û zîhniyeta serdest a mêr bidin ku jin li dibistanê, li kolanan, li malê, li meclîsê li her deverê ne û mafê xwe yê gotinê heye."

'MÊR XWE DISPÊRIN DADGERIYA MÊR'

Arslan diyar kir ku têkoşîna jinê mezin dibe û got, "Jin êdî li dibistanan, li zanîngehan, li kolanan li her deverê dibêjin ku ew hene. Ji zîhniyeta serdestiya mêr aciz in. Tevî ku welatê destpêkê yê ku mohra xwe danî binê Peymana Stenbolê ya ku ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê ye Tirkiye ye, Tirkiye vê yekê pêk nîne. Mejiyê mêr vê peymanê qebûl nake. Ji ber ku mêr jinê qetil dike û xwe dispêre dadgeriya mêr."

Kiliçarslan bal kişand ser parastina kesê ku akademîsyen Ceren Damar Şenel qetil kir û got, "Mêr ji aliyê zîhniyeta serdest ve her tim tê parastin. Kujerê Ceren Damar Şenel got, 'em berê bi hev re bûn, ji ber piştre di navbera me de pirsgirêk derket min ew kuşt' û bi vî rengî parastina xwe kir. Hewl dide kuştinê rewa bike. Heta ku dewlet gavekê neavêje wê jin her tim bi vî rengî bên kuştin."

'EM Ê DEST JI DESTKETIYÊN XWE BERNEDIN'

Hevberdevka HDK'ê Fatma Kiliçarslan got, "Em ê hemû bûyerên kuştinê bişopînin. Jin sekneke polîtîk nîşan didin. Divê ev berxwedan ji nedîtî ve neyê. Jin li her deverê li dijî tundiyê serî hildidin. Vê têkoşîna li dijî tundiyê em ê li her deverê bilind bikin. Jin wê ti carî dest ji destketiyên xwe bernedin."