Keştiya nû ya Nûh...

Di rewşa berdest de mirovahî nikare jê bireve ku berê xwe nede jiyana demokratîk-ekolojîk. Ne hemû cîhan, kapîtalîzm dirûxe. Li dijî vê Keştiya Nûh a nû modernîteya demokratîk e.

Ji sedsala bihurî û vir ve bi milyonan mirov li gel nexweşiyên wekî HIV/AIDS, pençeşêr û hwd. tenê yên ku ji ber grîbê mirine ji yên îro bi dehan, sedan caran li gel ku zêdetir jî bûn hîç weke niha panîkek çênekiriye.

Her çendî leza berlbelavbûnê, qada wê û mirin rastî jî bin panîka global hê mezintir e û hin jê dixwazin ji vê sûd werbigirin.

Tim hin derdor çêbûne û ji şer, koçberî û hêlan sûdwergirtine. Ev rûreşên mirovahiyê ne.

Îro gelek dewlet girtiyan serbest berdidin lê dewleta Tirk bêhtir digire! Lê di serî e Imralî dema ku girtîgeh werin valakirin hemû şerên ku hêla vîrûsê xurttir dikin wê bidawî bibin û hem jî wê di vê qonaxa dijwar a dîrokê de tifaqa Kurd-Tirkan wê moraleke mezin bide gelên Rojhilata Navîn. Fikra mezin, bihistyariya mezin û cidîûna dîrokî tam jî karê pêvajoyên wiha ye.

Di dîrokê de hin bobelat, hêlên nexweşiyê bûne sedema bidawîbûna şeran. Hêjayî lêkolînê ye ku di bidawîbûna Şerê Cîhanê yê 1'ê de bandoreke çawa  ya hêla grîbê de çêbûye. Hijmara kesên ku ji ber vê hêla grîbê mirin du caran li yên şerê cîhanê yê duyan bûye. Lê ku mirov bala xwe bide ser di dîroka siyasî de qet behsa van hêlan nayê kirin.

Gelo mirov dikare hêvî bike hêla nû ya ku gefê li mirovahiyê dixwe şeran bidawî bike? NY'yê ev bang kiriye; pêşî şervanên Hûsî û QSD'ê bi başî bersiv dane vê bangê. Ji bo mirovahiyê ev gaveke baş e. Dewleta Tirk jî an wê ji bo mirovahiyê ji bêgavî polîtîkaya xwe biguherîne an jî wê durdê kapîtalîzmê. Ne tenê Tirkiye hemû cîhan hatiye ber vê qonaxê.

Biêş e lê rastiyek e ku hişmendiya modernîteya kapîtalîst, aqilê zanistan pozîtîvîst, pergala tendiristiyê û perwerdehiyê, şêwaza jiyanê, pergala aborî û polîtîk felc bûye û ji ti derdî re nebûye erman.

Li dijî hêla vîrûsa koronayê divê tevdîr werin standin. Divê mirov guhê xwe bide hişyarîdayinên otorîteyên demokratîk. Ji ber vê divê sebra hewce were nîşandan, mirov tevdîrên tendiristiyê ji dest bernede. Tevgera bi fikra 'tiştek nabe' wê were maneya ku mirov bêberpirsyarî nêzî hemû civakê bibe. Lê nîqaşa hêlê ya tenê di nav derdora tendiristiyê de wê nikare rê li ber bobelatên nû bigirin. Eynî weke koç, erdhej û rûdanên din..

Çareya hê bingehîn û mayinde wê têkilî şêwaza tendiristî-felsefe û jiyanê be.

Ji vî alî ve divê mirov ne reşbîn be. Tam jî niha bi perspektîfa modernîteya demokratî piştevaniya gelan wê bibe rewşeke global.

Ramanên Rêber Apo piştrast bûne û qabîleyeta çareseriyê ya bi asta global derketine holê.

Bi vê bingehê bi geşkirina tevgera demokrasiyê ya global û ekolojîk li dijî her cure hêla kujer, panîk, êrîşa nîjatperest, milliyetgirt, faşîzan li ser hîmê xwepastinê mirov dikare têbikoşe.

Di rewşa berdest de mirovahî ji bêgavî wê berê xwe bide vebijêrka jiyana demokratîk-ekolojîk. Ne hemû cîhan, kapîtalîzm dirûxe. Li ser vê Keştiya  Nûh ya nû modernîteya demokratîk e.

Civaka rêxistinî dikare keştiyê ava bike. Bi hêza rêxistinî ya civakê mirov dikare heq ji vê civakê derkeve.

Her wiha li her qadê divê mirov bikaibe li gorî şertan, rêbazên zengîn, afirinî sazkar bike. Bi yekîneyên biçûk mirov dikare bi rengekî karîger li dijî faşîzmê têbikoşe. Teknîk bi rengekî hê karîgerî dikare were xebitandin. Li qada înternetê bi nêzîkatiyeke hê sîstematîk bi asta global mirov dikare derfetên têkoşînê ava bike.

Her wiha mijareke dî ya pir girîng girêva birçîbûnê ye. Ji bo berxwederên ÇHD'ê û Grûp Yorum ku li zindanên Tirkiyê û derve ketine greva birçîbûnê divê bihistyariyek were nîşandan. Li ser doza xwe mafdar in, vîneke mezin nîşan dane û çespandine ku ew biryardar in, lê mirov dikare pêşniyar bike ku di şertên îro de rengê berxwedanê biguherin.

Di rewşeke wiha de ku hêla vîrûsê bûye rojeva hemû cîhanê li ser rêbaza berxwedanê mirov hin guhartinan bike, divê mirov berxwedanê bi maweyeke dirêj bifikire.

Di qonaxa berdest de şandeyeke ku ji nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl pêk hatî divê tendiristî û jiyana berxwedêran were mîsogerkirin. Ev bang berpirsyariyeke wijdanî ye. Dema ku em li dijî faşîzmê bi hev re têdikoşin divê em guh bidin hev. Bi hêviya ku wê ev bang rast were fêhmkirin û em serkeftinê bixwazin.

Zehmetiya pêvajoya ku tê jiyîn divê asoya me teng neke, heke mirov li hemû qadên têkoşînê bi rengekî bêhtir rêxistinî û bi rêbazên zengîn têbikoşe mirov dikare heq ji krîzê derkeve û her wiha mirov dikare derbasî serdemeke nû bibe.