Kemalbay ji bo doza Yuksekdag bang kir

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo rûniştina destpêkê ya doza Fîgen Yuksekdag, ku wê li Enqereyê pêk were, banga tevlîbûnê kir.

Rûniştina destpêkê ya doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ku 6 meh in girtî ye, wê di 4'ê Tîrmehê de li Edliyeya Enqereyê pêk were.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, kiryarên li dijî Yuksekdag di heman demê de êrîşa li dijî vîna jinê ye.

Kemalbay ji Gazeteşûjin re axivî û anî ziman, yek ji sembolên girîng ên ku HDP'ê weke partiyeke jinan nîşan dide, Fîgen Yuksekdag e. Kemalbay ragihand, sîstema hevserokatiyê ya ku HDP'ê li Tirkiyeyê xiste meriyetê, ji bo temsîliyeta wekhev a li qada siyasetê bûye nirx û destketiyeke girÎng.

Kemalbay da zanîn, ku jin xwedî li gotin û dengê Yuksekdag derdikevin û got, "Ew li girtîgehê têkoşîna xwe didomîne. Em jî li hemû qadên civakî vê têkoşînê didomînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bibîr xist, ku dadgeriya Tirk 8 fezlekeyên der heqê Yuksekdag de kiriye yek û herî dawî ev bang kir: "Silava Fîgen Yuksekdag a ji bo 8'ê Adarê jî weke sûc hatiye nîşandan. Li pêşberî me sîstemeke bi vî rengî ya trajîkomîk heye. Em ê tevlî vê rûniştinê bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li vê rûniştinê derkevin. Em ê bi hev re li gel hevrêya xwe bin."