Kedkarên çapemeniya azad: Em ê serê xwe netewînin

Kedkarên çapemeniya azad li ser girtina hevpîşeyên xwe hatin ccem hev û diyar kirin ew ê li ber zextan serê xwe netewînin.

Kedkarên çapemeniya azad li dijî zext, destgîrkirin û girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê li ber zext, destgîrkirin û girtinan serê xwe netewînin û rastiyê ragihînin.
 
Kedkarên çapemeniya azad  li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Rojnamevanan li eywana civînê pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, em li vir in û li ser karê xwe ne” daliqandin. Gelek rojnamevan di civînê de amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Zuleyma Gulum û Huda Kaya û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî civînê bûn û piştgirî dan rojnamevanan. 
 
Rojnamevan Emre Orman li ser navê rojnamevanan daxuyanî da û banga bidawîkirina zext, destgîrkirin, girtin û sansûrkirina rojnamevanan kir. 
 
Orman bertek nîşanî li dijî destîrkirina nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip û biryara girtina nûçegihana ETHA’yê Îsmînaz Temel da û polîsan di serdegirtina ofîsa ETHA’yê de dest daniye ser hard dîsk, kamerayan, gelek materyalên dîjîtal û 6 hezar û 600 lîre pere. 
 
Orman got,“Operasyona dawî nîşanî me da ku desthilat çiqas ji dengê rastiyê ditirse. Em rojnamevan hay jê hene ku ev êriş ne cara ewil e û ne jî cara dawî ye.  Em li dijî berevajîkirina mijaran û rojevê ya desthilat û medyaya wê mafê wergirtina nûçeyên rast a xelkê diparêzin. Ji bo em vî mafî diparêzin jî desthilat bi êriş û gefê xwe bi ser me ve tê.” 
 
Orman bi bîr xist ku nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala li Wanê ji ber çêkirina nûçeyên du welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, nûçegihanê MA’yê Mehmet Aslan jî ji ber nûçeyên çêkiriye hatine girtin. Orman destnîşan kir ku Tirkiye veguheriye girtîgeha rojnamevanan û niha li Tirkiyê herî kêm 90 rojnamevan girtî ne û di dinyayê de yek ji welatên herî zêde lê rojnamevan girtî ne Tirkiye ye. 
 
Ji Edîtorên ETHA’yê Nadiye Gurbuz jî anî ziman ku polîs mîna dizekan bi ser buroya wan de girtiye û dest danîne ser gelek materyalên wan. Gurbuz diyar kir desthilat ji nûçe û agahiyên ew didin aciz e û lewma jî tola xwe ji rojnamevanan hiltîne. 
 
Nûçegihanê ajansa  Mezopototamyayê Nacî Kaya jî destnîşan kir ku hefteyek berê hevkarê wan Mehmet Aslan hatiye girtin û polîsan di serdegirtina mala wan de pirtûk û têbiniyên nûçeyan wek “delîlên sûc” dîtine û ev jî êrişa li ser azadiya îfadeyê ye. Kaya anî ziman ku ew ê li dijî zext û girtinan di bin çinara Mûsa Anter a ku kokên xwe berdaye her deverê bixebitin û di her mercan de dengê heqîqetê binivîsînin û ragihînin. 
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî kurteaxaftin kirin û destnîşan kirin ku çapemeniya azad dengê wîjdan, edalet, demokrasiyê û azadiyê ye û ew ê her piştgiriya xebatkarên çapemeniya azad bikin.