Keçikên Chîbokê gihaştin malbatên xwe

82 zarokên keç ên xwendekarên lîseyê yên Chîbokê, ku sala 2014’an li Nîjerya ji hêla Boko Haram ve hatibûn revandin piştî dîlbûna 3 salan gihaştin malbatên xwe

Keçikên Chîbokê yên ku ji hêla Boko Haram ve hatin berdan, ji Nîsana 2014’an ve ti têkiliya wan bi malbata wan re nebû.

Xwendekarên lîseyê ku 6’ê Gulanê azad bûn, li paytext Abûjayê bi merasîmekê gihaştin malbatên xwe.

Dayikên zarokan hêstirên kêfxweşiyê rijandin. Yixtiyar jî di nav de her kes ji kêfan govend girtin. Di dîmenan de tê dîtin dema ku bavek keça xwe hembêz dike ji kêfan govendê digire.

Nîsana 2014’an Boko Haram li jîngeha Chîbokê 276 zarokên keçik, ku temenê wan di navbera 12-17’an de bû revandibûn. Ji van 57’an jê reviyabûn û xwe xilas kiribûn.