KCDP: Meha Nîsanê li Tirkiyeyê 21 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin
Li gorî rapora Nîsanê ya KCDP’ê, li Tirkiyeyê 21 jin hatin qetilkirin, 23 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rapora Nîsanê ya KCDP’ê, li Tirkiyeyê 21 jin hatin qetilkirin, 23 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Platforma ‘Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP)’ daneyên şîdeta mêran a meha Nîsanê parve kir. Li gorî raporê di meha Nîsanê de 21 jin hatine qetilkirin, 23 jin jî bi guman mirine.
Hate diyarkirin ku ji 21 jinan 5 jê bi hinceta ji ber xwestine di derbarê jiyana xwe de biryarên mîna hevberdan, lihevnekirin, redkirina zewacê û redkirina têkiliyan hatine qetilkirin, 2 jin jî bi hinceta aborî, yek bi hinceta nîqaşa dengê bilind, yek jî bi hinceta nakokiya axê hatin qetilkirin. Sedema qetilkirina 12 jinan nehate diyarkirin.
Ji van jinan 11 li malê, 5 li kolanê, yek di wesayîtê de, yek li ser kar, yek li axurê û yek jî di kon de hatin qetilkirin. Di vê mehê de ji sedî 52 jin di malên xwe de hatin qetilkirin.
Di vê mehê de 14 ji wan jinan bi çekan, 5 jin bi amûrên birînê û yek jî bi xeniqandinê hatin qetilkirin.