KCDK-E: Bila sibê bala me li peyama Rêber Apo be
KCDK-E’yê bang li gelê li Ewropayê kir ku her kes ji bo temaşekirina peyama dîrokî ya Rêber Apo ku wê sibê were dayîn, li komale û navendên civakî kom bibin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.
KCDK-E’yê bang li gelê li Ewropayê kir ku her kes ji bo temaşekirina peyama dîrokî ya Rêber Apo ku wê sibê were dayîn, li komale û navendên civakî kom bibin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê sibehî piştî ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin wê bi saeta Ewropayê 15:00’an û bi saeta herêmî 17:00’an li Stenbolê daxuyaniyê bide.
Ji bo daxuyaniya dîrokî wê li Amed, Wan û Qamişloyê ekranên mezin werin danîn û daxuyanî bi zindî were dayîn. Li Ewropayê jî wê li Navendên Civaka Kurd a Demokratîk ekran werin danîn.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) ji bo daxuyaniya dîrokî ya sibê peyamekî nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em ji demekî dîrokî ya têkoşîna xwe ya mirovahiyê derbas dibin ku em ji bo azadiyê didin. Rêber Apo tevî ku di şert û mercên giran ên tecrîdê de ye jî derketînekî şoreşgerî kir û ji bo pêşeroja gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn li dijî şer li ser rêya aştiyê, li dijî dîktatoriyê li ser rêya demokrasiyê pêvajoyekî dîrokî dide destpêkirin. Gel bi kelecan li hêviya daxuyaniya dîrokî ye ku ji bo astengiyên li pêşiya azadî û aştiyê werin rakirin, bê dayîn.
Di pêvajoyekî wiha girîng de ku em ji demekî dîrokî re derbas dibin, gelê me divê daxuyaniya ku Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtinê bi saeta Ewropayê 15:00’an bide, temaşe bike û xwedî lê derkeve. Divê gelê me û bi taybet pêşengên têkoşîna me jin li komele û navendên civakî bi hev re temaşeyî daxuyaniyê bikin û wate bidin peyamê.
Divê daxuyaniya ku wê sibê were dayîn, wekî destpêkekî cidî ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bibînin û xwedî lê derkevin.
Em di wê baweriyê de ne ku daxuyaniya Rêber Apo di rêya ji bo azadiya jin, gel û bindestan de bibe pêngavek girîng. Divê em bi vê bawerî û biryardariyê sibê hemû bala xwe bidin daxuyaniyê.
Gelê me yê li Ewropa, Awûstûralya û Kanadayê dijîn divê li her derê ku lê ne peyama ku wê ji Rêber Apo were li navendên civakî bi saeta Ewropayê 15:00’an bi hev re bi coş bişopîne û ji bo vê divê ji niha ve bang bê kirin.
Em bang dikin ku li gorî ruhê daxuyaniya dîrokî li her komele û navendên civakî ekranên mezin danin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”