KBDH’ê li îstasyona bazê da

Milîsên KBDH’ê bi teqemeniyên destan li îstasyona bazê ya ya li Stenbolê dan. Milîsan diyar kirin ku wê hemû kesên bi faşîzmê re dixebitin, bibin hedefa wan.

Milîsên Elefteriya Fortûlakî yên KBDH’ê bi teqemeniyên bi destan li îstasyona bazê dan. Di daxuyaniya milîsan de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 9’ê Sibata 2021’an de bi şev li nêzî rêya TEM’ê ya navçeya Kagithane ya Stenbolê îstasyoneke bazê ji aliyê milîsên Elefteriya Fortûlakî yên KBDH’ê hate îmhakirin.

Vê çalakiya me di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo bîranîna şoreşgera jin a Yewnanistanê Elefteriya Fortûlakî hatiye kirin a ku bi çalakiya xwe ya di çarçoveya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de gomlegê dîltiyê çirandiye.Rêheval Eleftariya diyar kiriye ku di komploya 15’ê Sibatê de para herî mezin a welatê wê Yewnanistan e û ji ber vê jî li Atînayê xwe şewitand.”