KBDH'ê ji bo cîhaneke azad û wekhev banga mezinkirina raperînê kir

Konseya Giştî ya KBDH'ê ji bo cîhaneke azad û wekhev banga mezinkirina raperînê kir û got, "Weke KBDH em ê bi her kesên ku di hedefa faşîzmê de ne, têkoşîna ji bo jiyaneke nû bilind bikin."

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi daxuyaniyekê bal kişand ser tundî, şer û dagirkeriyê û destnîşan kir ku ji bo parastina destketiyên jinan divê xeta hilweşandina dewleta faşîst bê avakirin.

Çend ji xalên sereke yên di daxuyaniyê de bi vî rengî ne:

"Cîhana heyî cîhaneke welê ye ku şerekî giran ê tunekirinê yê ji serdemên hovane jî girantir lê diqewime. Şerê herî giran ê dîroka şerê çînan diqewime.

Cîhana ku em di nav de ne cîhaneke welê ye ku li Xezeyê bombe li ser bi deh hezaran mirovî dibarin û têne qetilkirin.

Cîhaneke welê ye ku ji bo tunekirina şoreşa jinê ya Rojava ku weke yekemîn şoreşa sedsala 21'ê derbasî nava dîrokê bûye, gavên dagirkeriyê têne avêtin. Cîhaneke welê ye ku li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li djiî çavkaniyên binesazî, navendên enerjî û hilberînê êrişên hewayî têne kirin, komkujî tê kirin. Cîhaneke welê ye ku gelekî dixwaze paşeroja xwe diyar bike li pêş çavên tevahiya cîhanê tê cezakirin.

Cîhaneke welê ye ku ji serî heta dawî di her saziyê de jinê dikin meta, destdirêjî, destavêtin lê tê kirin, li navendên fûhûşê yên global bikaranîna jin, zarokan, destavêtin û destdirêjî asayî tê nîşandan.

Cîhaneke welê ye ku xweza tê talankirin, ked tê xwarin, gef li ser paşerojê heye, xaka Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêşkêşî sermayeyê tê kirin.

Destketiyên civakî-dîrokî yên jinan di hedefa pêla faşîst de ne. Li gelek deverên cîhanê, partiyên ku dijminatiya li jinê kirin soza xwe ya ji bo hilbijartinê, bûn desthilatdar. Erdogan jî bi dijminatiya li Kurdan, bi dijminatiya li jinan tevlî hilbijartinê dibe.

Tirkiye li herêmê bi xewn û xeyalên Osmaniya nû, di bin navê 'şerê li dijî terorîzmê û ewlekariya neteweyî' stratejiyeke dagirkeriyê pêk tîne. Hevrikiya emperyalîst-kapîtalîstan, şerê li Ûkrayna, Efrîka û herêmê hewl dide ku di çarçoveya vê stratejiyê de bi kar bîne.

Li cîhana ku krîza hegemonyayê heye, gelek aktorên herêmî gavan diavêjin û dixwazin valahiyan dagirin. Lê belê li ku derê destketiyeke Kurd hebe, Tirkiye vê yekê ji bo xwe weke pirsgirêka mayindebûnê dibîne, bi taybetî jî li Rojava û Başûrê Kurdistanê bê ser û ber êriş dike.

Şerê mêtingeriyê gihîştiye wê astê ku li Rojava bi taybetî bombe li ser navendên enerjî, binesazî û hilberînê têne barandin. Dewleta Tirk ku hewl dide çavkaniyên jiyanê yên gelekî biçikîne, vê yekê bi rengekî eşkere dike. Li hemberî vê yekê li Tirkiyeyê ji bilî hêzên şoreşger yên bi gelê Kurd re tevdigerin, kes dengê xwe nake. Yên ku bombeyên Îsraîlê yên li ser Xezeyê têne barandin şermezar dikin, qebûl nakin ku îro li Kurdistanê mîna Fîlîstînê êriş tê kirin. Em nav li vê yekê bikin, ev yek rizandina civakî ye.

Eşkere ye ku faşîzm di ehman demê de tecrîdê li hundir û derve weke êrîşkariyê li ser gelan ferz dike. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ya ku dixwaze bê zincîrkirin îradeya gelê Kurd e. Ji ber vê yekê gelê Kurd, hêzên şoreşê yên yekbûyî, hêzên demokratîk-şoreşger ên alîgirê jiyaneke azad, wekhev a gelan li hundir û derve li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin dimeşînin. Weke KBHD li dijî tecrîdê ku hîmekî stratejiya ji bo şikandina îradeya gelê Kurd û sîstema xizanîkirina gelên Tirkiyeyê ye, em ê bi hemû hêza xwe, bi hemû rê û rêbazê şer bikin; li refên herî pêş em ê xwedî li têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê derkevin.

Faşîzm dijminê te ye, dijminê min e. Faşîzm dijminê her kesên ku ji bo paşeroja xwe têdikoşin e. Weke KBDH em ê bi her kesên ku di hedefa faşîzmê de ne têkoşîna ji bo jiyana nû bilind bikin.

Em jin eger xeteke ji bo hilweşandina dewleta faşîst ava nekin, em ê nikaribin destketiyên xwe biparêzin, em ê nikaribin ji bin zexta rolên zayendîperestî yên civakî rizgar bibin. Ji ber vê yekê em ê bi hemû dînamîkên antîfaşîst re bibin yek, milîtaniya jinê, pêşengiya jinê pêk bînin û têkoşîna yekbûyî bilind bikin."