KBDH'ê ji bo 1'ê Gulanê bang kir
Konseya Giştî ya KBDH'ê ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanî got, "Ji bo hesab ji kujerên jinan û kedxwaran bê pirsîn, ji bo azadî û wekheviyê em dakevin qadan."
Konseya Giştî ya KBDH'ê ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanî got, "Ji bo hesab ji kujerên jinan û kedxwaran bê pirsîn, ji bo azadî û wekheviyê em dakevin qadan."
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "1'ê Gulanê ji bo serketina têkoşîna me ya azadî û wekheviyê, roja şer, hesabpirsînê ye ku xwedî girîngiyeke stratejîk e."
Di daxuyaniyê de şehîdên 1'ê Gulanê hatin bîranîn û soza bicihanîna armancên wan hate dayin.
KDBH'ê got, "Bi coşa berxwedana karkeran, gerîla û milîsên li çiyê û bajaran li ber xwe didin, jinên ku şoreşa jinê ya Rojava diparêzin, em 1'ê Gulanê silav dikin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parçekirina patrîarka, faşîzm, kapîtalîzm, emperyalîzmê û misogerkirina azadî û wekheviyê sedema hebûnê ya KBDH'ê ye ku rêxistineke şer a polîtîk e.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Serweriya mêr û faşîzm bi rengê herî dijwar di nava dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst de şênber dibe. Û nûnerê desthilatdariyê yê vê yekê jî AKP-MHP ye, dîktatorê faşîst Erdogan e. Di nava 22 salên desthilatdariya xwe de nifşekî mêr gihand ku Îslama siyasî, faşîzm, serweriya mêr li nava civakê xiste meriyetê. Li mal, kolan, kargehan gelek Erdogan û mêrên dijminên jinan ên li qadên bi bandora wê ya siyasî û îdeolojî hene."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku partiyên bûrjûva hemû partiyên dewletê ne û hate gotin, "Heqê vê dewletê tenê hilweşandine, tenê tunekirin e. KBHD ku tevgereke şoreşê ye, xwe ji hemû partiyên bûrjûva vedigirin. Li hemberî wan e, li dijî wan têkoşe, li ber xwe dide û mezinkirina şer ji xwe re dike esas. Rejîma qessrê jî tifaqa restorasyonê ya bûrjûva jî dewama serweriya sermayeyê û serweriya mêr e.
Têkoşîna azadiya jinê divê hîn bêhtir giraniyê bide ser şêweyên çalakiyan ên bi çek û bê çek, giraniyê bidin ser tevgera kolanan."
EM HILBERÎNÊ RAWESTÎNIN, BEXWEDANÊ MEZIN BIKIN
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Banga bingehîn a KBDH'ê bi vî rengî ye, ku yek ji pêkhateyên têkoşîna 1'ê Gulanê ye: Jinên kedkar û karker di 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Têkoşîna Yekbûyî qad û kolanan bikin qadên çalakiyê. Em hilberînê rawestînin û berxwedanê mezin bikin. Li Taksîmê û li qadên 1'ê Gulanê li hev kom bibin.
JI BO HESABPIRSÎNÊ...
Weke jinên Tirkiyeyî û Kurdistanê di 1'ê Gulana îsal de em ê hesab ji rejîma Efganistanê bipirsin ku dibistan li jinan qedexe kiriye, em ê hesab ji rejîma Îranê bipirsin ku ji bo tola raperîna jinê ya Jîna Mahsa Emînî hilîne jinan darve dike, jehrê dide jinan, em ê hesab ji dîktatoriya Fîlîpînê bipirsin ku gerîlayên komunîst û têkoşîna azadiyê qetil dike, em ê hesab ji desthilatdariya Fransayê ya dijminê kedê bipirsin ku qanûna teqawîtiyê ya di goristanê de ferz dike. Desthilatdariya bi serweriya mêr ên faşîst hemû dijminê jinê ne, dijminê kedkar û karkeran e. Em jinên cîhanê bibin yek û ala têkoşînê bilind bikin.
Ji bo hesab ji kujerên jinan û kedxwarên jinan bê pirsîn, ji bo azadî û wekheviyê di 1'ê Gulanê de em li qadan bin, li çalakiyan bin."