KBDH’ê çalakiya sabotajê li dar xist

KBDH’ê diyar kir ku wan li dijî Wargeha Xwendekarên Jin a li Esenyûrta Stenbolê çalakiyeke sabotajê li dar xistine.

Milîsên Tevgera Şoreşa Yekgirtî ya Jinan (KBDH) diyar kir ku wan ji bo bîranîna xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sîbel Unlî ya ku di meha Çileyê de xwe kuştibû,  çalakiyek li dar xistine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Li dijî Wargeha Xwendekarên Jin a Esenyûrta Stenbolê me çalakiyek li dar xistiye. Çalakî di di 2’ê Gulana 2020’an de hatiye kirin û piştî çalakiyê agir bi avahiyê ketiye.

Ev çalakî ji bo xwendekara Zanîngeha Stenbolê Sîbel Unlî hatiye lidarxistin a ku di meha Çileyê de xwe kuştibû.”