KBDH di 2021'ê de banga seferberiya şoreşger kir
KBDH'ê bi daxuyaniyekê banga seferberiya çalakiyan li milîsên KBDH'ê kir û got, ''Em bang li hemû jinan dikin ku li eniyên KBDH'ê rêxistinî bibin û şer bikin.''
KBDH'ê bi daxuyaniyekê banga seferberiya çalakiyan li milîsên KBDH'ê kir û got, ''Em bang li hemû jinan dikin ku li eniyên KBDH'ê rêxistinî bibin û şer bikin.''
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) ji bo sala nû daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan bi kenên serfiraziyê, bi xurtkirina cebilxaneya têkoşînê ketin sala 2021'yan.''
Di daxuyaniyê de hate gotin têkoşîna azadiyê ya jinan bi rengekî xurt sala 2020'an pêşwazî kiriye, têkoşîna wan a polîtîk bi rengekî zindî dom kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di têkoşîna çekdarî de li çiya û bajarên Kurdistanê û Tİrkiyê em gerîla û hêzên milîsan li Rojava û Şengalê şoreşa jinan parast û di şer de û di jiyanê de tim li pêş bûn.''
Bi berdewamî hate diyarkirin ew bi ser ketine ku li dijî êrîşên giran ên faşîzm, mêtingeriyê ku bi serweriya mêr re bûne yek bibin hêza pêşeng û hate gotin ,''Ev serkeftina me ji şoreş û berxwedana me ya dîrokî, ji şehîdên me, ji girtîyên me, ji xaka şoreşê ya azadîxwaziya jinê ya Rojava û Şengalê û gerîlayan, ji milîsên me, ji tevgera me ya jinan a yekbûyî tê. Haziriya me ya ji bo şoreşa dawî, ya ji bo serfiraziya civaka bêyî cihêtiya zayendî, ji van kokên şoreşger zîl dide û qam dide.''
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku sala 2020'an ji artêşa TC'ê ya dagirker, otoyên polîsan û nobedarên kuçeyan, ji amûrên muhîmata leşkerî, fabrîkayên zengînan, wesayitên wan, ji mekanên weqfên tecawizê yên AKP-MHP'ê bi çek û sabotajan hesab pirsîne, yekîneyên wan ên polîtîk leşkerî yên jinan li dijmin dane û wê dîsa li dijmin bidin.
KBDH'ê bang li milîsên xwe kir ku bi seferberiya şoreşger rabin û got, ''Em bang li hmeû jinan idkin ku di çalakiyan de, di hevrêtiya jinan de, di têkoşîna yekbûyî de li eniyên KBDH'ê rêxistinî bibin û şer bikin.''