JXK’ê konferansa ‘feraseta jina azad ava bike’ li dar xist
JXK’ê bi şîara ‘Bi felsefeya Rêber Apo desthilatdariya mêran bikuje û feraseta jina azad ava bike’ konferans li dar xist.
JXK’ê bi şîara ‘Bi felsefeya Rêber Apo desthilatdariya mêran bikuje û feraseta jina azad ava bike’ konferans li dar xist.
JXK’ê bi şîara ‘Bi felsefeya Rêber Apo desthilatdariya mêran bikuje û feraseta jina azad ava bike’ li Ewropayê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist.
Ji gelek bajar û welatên Ewropayê, gelek rêxistinên jinan tevlî konferansê bûn.
Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir û di destpêkirina konferansê de qala girîngiya grevên birçîbûnê hate kirin.
Di konferansê de ev peyam hatin dayîn:
Li ser navê TJK-E’yê Dilda Roj: “Em bi şîara tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin li vê derê ne. Rêya azadbûnê rêxistinbûn e. Leyla Guven di tariyê de ronahiyek vêxist û peywirek wergirt. Em ê jî xwedî li vê berxwedanê derkevin.”
Li ser navê Jinên Ciwan ên Azad, Sîdar Faraşîn: “Di şexsê Rêbertî de mirovayetî di bin tecrîdê de ye. Em bawer in em ê pergala mêrparêz bişkînin.”
Di konferansê de sînevîzyon hate nîşandan. Piştî rûniştina yekemîn ji bo Leyla Guven wê nameyek were nivîsandin û ew ê name wê bi hastagên #JXKconference û #WomenwithLeyla li ser facebook, înstagram û facebookê werin parvekirin.
PEYAMA YPJ’Ê
YPJ’ê jî peyamek şand ji konferansê re. Di peyama YPJ’ê de ev tişt hatin diyarkirin, “ Di vê sedsalê de YPJ’ê dîrokeke nû nivîsand. Bi felsefeya Rêber Apo, DAÎŞ hate têkbirin. Tu sedsal wekî vê sedsalê bi pêşengiya jinan bi pêş ve neket.
Em bawer dikin ku em ê tecrîdê bişkînin, Rêbertî azad bikin û Kurdistanê ava bikin.”
Bernameya konferansê bi pêşkêşiya mêvanan ji Katalanya û Londrayê didome.