Jinên YPJ'yî yên li Kobanê destan nivîsandin

Fermandara YPJ'ê Konbaê: Piştî Newroza 2013'an li pey hev tabûrên jinê yên xweser hatin ragihandin. Li Kobanê jî me navê şehîda destpêkê ya ji Kobanê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, rakir.

Fermandara YPJ'ê Şîlan Kobanê, ku di xebatên destpêkê yên parastina jinê û pêvajoya berxwedanê de bi roleke çalak rabû, bi wesîleya 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivî.

Şîlan Kobanê da xuyakirin, ku di sala 2012'an yanî bi destpêkirina şoreşê re tevlî vî karî bû û got, "Bifikirin ku hûn li kantoneke mîna Kobanê ye û li derdora we şer diqewime. Bi taybetî hêzeke welê hebû, ku her çend ji xwe re digot 'artêşa azad' jî li her cihê lê şer dikir, zilm li gel dikir. Rejîma ku qaşo li dijî vê hêzê şer dikir, bi balafiran bombe li cih û warên gel dibarand. Ev bûyer hemû li nêzî me diqewimîn. Mesela li Minbicê.

Yanî hêz bihata guhertin jî tiştek ji bo gel nediguherî. Qeder û zilma li gel dihat kirin weke xwe dima. Di şer de ya ku herî zêde êş dikişand, jin bû. Çi extiyar çi jî ciwan. Bi her kesî re daxwaz û hesreta welêt û parastina welêt heye. Eger hûn xwe bixin şûna jineke ciwan a Kobanê, hûn ê bibînin ku ev xebat karê herî pîroz e."

'SEDEMÊN CIVAKÎ ASTENG BÛ LI PÊŞIYA RÊXISTINBÛNA XWESER A JINAN'

Fermandar Şîlan Kobanê diyar kir, di destpêkê de ji ber sedemên civakî rêxistinbûna xweser a jinê ne xurt bû û wiha dewam kir: "Bi qasî mêran em nikarîbûn zû û bi xurtî xwe bi rêxistin bikin. Kombûna çend jinan li hev mîna şoreşeke civakî bû. Lê belê komên ewilî yên li hev civiyan, di destpêkê de ancax karîbûn kolanên xwe biparêzin. Bi ti awayî nikarîbûn biçin cihekî dûr. Ji bo îqnakirina malbatan me gelek rê û rêbaz diceribandin.

'ŞIKANDINA PÊŞHUKMA CIVAKÊ JI PARÇEKIRINA ATOMÊ JÎ ZEHMETIR BÛ'

Me di destpêkê de digot, mêrên tevlî YPG'ê bûne dikarin destûrê bidin jinên ji malbatên xwe tevlî bibin. Me ev taktîk bi kar anîn. Bi vê yekê re encamek jî bi dest xist. Yanî bi rastî jî şikandina pêşhukma civakê li pêşberî jinê, ji parçekirina atomê jî zehmetir bû. Û bi demê re, bi dayîna berdêlan û nirxên ku me afirandî, ev rewş ji holê hat rakirin.

'ME FÊHM KIRIBÛ KU EM Ê DÎROKÊ BINIVISÎNIN'

Di vê qonaxê de rêxistinbûna me ya parastinê YXG bû. Ji dema damezrandina YPG'ê heta ragihandina YPJ'ê, jinan xwe weke baskekî YPG'ê bi rêxistin kirin. Ragihandina YPG'ê bandoreke erênî li zêdebûna tevlîbûna jinan kir. Ji aliyê hejmarî ve rêxistinbûna me mezin bû û ji bo ragihandina rêxistinbûna xweser kar û bar zêde bûn. Mesela, akademiyên me yên leşkerî yên jinê bi rengekî xweser hatin birêxistinkirin. Akademiya Şehîd Zîlan. Di dersa destpêkê de me fêhm kiribû ku em ê dîrokê binivîsînin. Perwerdeyên li vê derê jin gelekî bi pêş ve xist. Perwerdeyên teorîk û leşkerî, hişmendiya jinê, têgihiştina welatparêzî û pîvanên leşkerî mezin kir.

Ev xurtbûn bû sedem ku jin bi rengekî çalak tevlî karê parastinê bibin. Mesela, dema ku El Nûsra li Serêkaniyê êrîş kir, yekemcar weke hêza jinê ya xweser em çûn parastina wê derê. Me ev yek jî bi ser xist."

RAGIHANDINA YEKÎNEYÊN PARASTINA JINÊ - YPJ

Şîlan Kobanê anî ziman, hêza jinê êdî gihîştibû asta ku têra xwe bike û got, "Li hemû kantonan heman rewş hebû. Bihara 2013'an bi rastî jî bû bihara jinê. Piştî Newroza 2013'an li pey hev tabûrên jinan ên xweser hatin ragihandin. Li Kobanê jî, me navê şehîda destpêkê ya jin a ji Kobanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, rakir. Tabûra Şehîd Dîcle. Gel bi moraleke mezin pêşwazî li vê yekê kir.

Piştre di 2'ê Nîsana 2013'an de bi beşdariya delegeyên ji her sê kantonan, konferansek mezin û bi coş hat lidarxistin. Konferansa me 3 rojan dewam kir. Di roja 4. de YPJ hat ragihandin û bi vê yekê re konferansa me qediya."

'KOBANÊ DIYARÊ BINGEHÎN Ê ŞOREŞÊ YE'

Di dewama axaftina xwe de fermandara YPJ'ê Şîlan Kobanê bal kişand ser rola Kobanê di nava şoreşê de û got, "Kobanê diyarê bingehîn ê şoreşê ye. Şoreşê li vir dest pê kir û ji vir belav bû. Ya rast, sînyalên êrîşa li dijî vê şoreşê, di sala 2013'an de di salvegera şoreşê de hat dayîn. Gelek êrîşên biçûk hatin kirin. Armanc fetisandina şoreşê bû. Li pişt van êrîşan dijminê dîrokî yê Kurdan TC hebû. Dixwest vîna gel bişikîne. Di vir de dixwestin jiyana alternatîf a li nava hemû gelên Sûriyeyê belav bibe, tine bike.

Di perwerdeyan de me didît bê jin çiqasî dilsozê welat û nirxên xwe ye. Ji ber vê yekê jî ji dil rahişt çekê. Êdî malbatan bi xwe jî ev didîtin. Piştî ewqas astengiyan, malbatan êdî mîsyoneke cuda didan endamên YPJ'ê. Ew bûn hêza parastina civakê, bûn çavkaniya rûmetê."

'KESÎ BAWER NEDIKIR, LÊ EM BI SER KET'

Kobanê anî ziman, di sala 2014'an de dema DAIŞ'ê êrîşî kir, jin bi vê hişmendî û ruhî li ber xwe dan û destnîşan kir, ku jinan ji her alî ve rola xwe bi cih anîn.

Şîlan Kobanê da xuyakirin, ku êrîşa 16'ê Îlonê ne ya yekemîn bû, piştî wê jî êrîş hatin kirin û got, "Yanî Kobanê êdî eniya şer bû. Jinan li vê derê tecrûbeyeke mezin bi dest xistin. Çavkaniya hêza di berxwedana Kobanê de hat nîşandan jî ev e.

Ev rewş, ev êrîşên di Îlonê de dest pê kirin, ewilî li pêş çavên tevahiya cîhanê rû dan. Lê belê kesî dengê xwe dernexist. DAIŞ'ê ji vê bêdengiyê hêz girt. Ez bawerim kesî bawer nediki ku em ê bi ser bikevin. Lê em bi ser ketin.

Belê berxwedan berxwedana sedsalê bû, lê çavkaniya îlhamê jin bû. Jinan bi vê berxwedanê re nîşanî tevahiya cîhanê dan ku ew hêviya serketinê ya gelên bindest û jinan e."

Fermandar Şîlan Kobanê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê got, "Girîng e ew bi ruhê 8'ê Adarê hemû rojan bikin rojên berxwedanê, veguherînin kêliyê azadiyê."