Jinên Tîrêjên Rojê li dijî şîddeta mêran gelek çalakî li dar xist
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî şîddeta mêran gelekî çalakî li dar xist.
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî şîddeta mêran gelekî çalakî li dar xist.
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî şîddeta mêran gelekî çalakî li dar xist.
Di daxuyaniya înîsîyatîfê de ev tişt hate diyarkirin:
“Desthilatdariyên faşîst ên di dema me de, li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê êrîş û qetlîama li ser jinan didomîne. Di pergala kapîtalîst de derbarê azadiya jinan tiştek nemaye. Lê wekî ku di dîrokê de jî heye, jin ji bo azadiya xwe û li dijî serweriya mêran dengê xwe bilind dikin û têdikoşin.
Bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinên Kurd, têkoşîn û berdêla li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê dayîn, ji bo jinên cîhanê dibe hêvî. Berxwedêriya jinan a li Rojava, Şengal û Heftanînê li hemberî çeteyên dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bûye sembola berxwedanê.
Di 25’ê Mijdare de Roja Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîna xwe geştir bikin û bi berxwedanê em azadiya xwe bi dest bixin, paradîgmaya azadiyê jinê ya Rêber Apo xurt bikin.”
ÇALAKIYÊN JINÊN TÎRÊJÊN ROJÊ
Înîsîyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê derbarê çalakiyên xwe ev agahî da:
“Di 7’ê Mijdarê li navçeya Rezanê ya Amedê li dijî kesên ku karê fûhûş û tiryakê dikin çalakî pêk hat. Di vê çarçoveyê de li taxa Mûradiyeyê Kolana 170’an de li dijî kesê ku navê wî Nevzat e li hember mal û kargeha wî çalakiyek teqemeniyê pêk hat.
Di 7’ê Mijdarê de li navçeya Sûrê ya Amedê li di taxa Camîkebir de kesê ku bi navê Mehmethan Un yê ku karê fuhuşê dide kirin, li hemberî cafeya wî ya ku bi navê Malamine çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin.
Di 11’ê Mijdarê de li Yenîşehîra Bûrsayê depoya nalbûr a girêdayî çeteyên AKP-MHP’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin.
Di 12’ê Mijdarê de li navçeya Pamûkova ya Sakaryayê wesayîtek lûks û marketek a kesayetên tecawûzkarên faşîst, ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin û ketiye rewşa neyê bikaranîn.
Di 13’ê Mijdarê de li Taxa Bagivar a li navçeya Sûr a Amedê, wesayîta marketa BÎM’ê ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin û hatiye rewşa neyê bikaranîn.
Di 14’ê Mijdarê li Dîlovasiya Kocaeliyê li dijî depoya ku hatî tesbîtkirin a çeteyên karên fûhûş û madeyên hişbir dikin a alîgirên AKP’ê, bi fîşekên hewayî û bombeyên destan çalakî hate lidarxistin.
Di 15’ê Mijdarê de li Şîleya Stenbolê 4 wesayîtên girêdayî firmaya alîgirê AKP’ê hatin şewitandin û îmhakirin.
Di16’ê Mijdarê de li Bahçelîevler a Stenbolê li dijî benda Hêzên Taybet a polîsên Tirk çalakiyeke bi teqemeniya destan û fîşekên hewayî çalakiyek hate lidarxistin.
Di 17’ê Mijdarê de li Mûratliya Tekîrdagê 5 wesayîtên faşîstan hatine şewitandin.
Li dijî şîddeta li ser jinan û ji bo bîranîna jinên di demên dawîn de hatine qetilkirin, ev çalakî hatine lidarxistin.”