Jinên Tîrêjên Rojê li 6 bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Jinên Tîrêjên Rojê ragihandin ku li Bûrsa, Tekîrdag, Stenbol, Edîrne, Kocaelî û Sakaryayê gelek çalakiyên şewitandinê li dar xistine.

Li gorî Jinên Tîrêjên Rojê ku daxuyaniyek weşand, di navbera 13 û 16'ê Çileyê de ev çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê ev çalakî hatin lidarxistin:

"13'ê Çileyê li Yenîşehîr a Bûrsayê, febrîqeyeke mobîlya ya faşîstên AKP'î û sê wesayitên luks ên febrîqeyê hatin şewitandin.

Heman rojê li Mûratli ya Tekîrdagê, febrîqeya dendikan a karsazekî MHP'î û du wesayitên febrîqeyê hatin şewitandin.

14'ê Çileyê, li Tûzla ya Stenbolê, 4 wesayitên Ocaxên Neteweperestan ku hêzeke paramîlîter a nijadperest e, hatin şewitandin.

15'ê Çileyê li Ûzûnkopru ya Edîrneyê, depoyeke mezin a marketên AKP'ê BÎM hate şewitandin, bi milyonan lîreyê Tirk xisar lê bû, depo şewitî.

15'ê Çileyê li Şîle ya Stenbolê, 'du malên fûhûşê yên hatin tespîtkirin' hatin şewitandin. Li gorî agahiyan yek ji kesên ku li wan malan fûhûş dida kirin 'polîsê Tirk' bû.

16'ê Çileyê li Derînce ya Kocaeliyê, febrîqeyeke malzemeyên paqijiyê ya karsazekî AKP'î hate şewitandin, bi milyonan lîreyê Tirk xisar lê bû. Febrîqe bi temamî şewitî.

16'ê Çileyê li Sapanca ya Sakaryayê depoyeke marketeke faşîstên AKP'î hate şewitandin."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çalakiyên me ji bo bîranîna fermandara YJA Starê Rûkiye Çekîç (Gulan Gabar) hatine lidarxistin."