Jinên Rojhilatî yên li Swêdê, 'Ronak' ava kirin

Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Swêdê dijîn, ku ev demeke ji bo avakirina rêxistinbûneke nû ya jinan dixebitin, duh li paytext Stockholmê kongreyek pêk anîn û 'Ronak' ava kirin.

Di kongreya 1. de jinan dan xuyakirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Rojhilatî yên li Swêdê û Îranê dijîn, her wiha ji bo destekkirina jinên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, pêwîstî bi rêxistinbûneke nû heye. Jinan biryar dan, vê rêxistinbûna xwe li Swêd û Ewropayê belav bikin.

Di kongreyê de biryar hatin dayîn, ku ji bo jin û zarokên Rojhilatî yên li Swêdê dijîn entegreyî civakê û têkoşînê werin kirin, ji bo destekkirina jinên li Rojhilat dijîn lê zext li wan tê kirin, ji piştgiriya jinên li girtîgehan e û gefa darvekirinê li wan tê xwarin, çalakî bên lidarxistin.

Di kongreya 1. a Ronak de, êrîşên çeteyên AKP û PDK'ê yên li dijî Şengalê jî hatin şermezarkirin û bang li rêveberiya herêmî ya Kurdistanê û lîderê pDK'ê Mesûd Barzanî hat kirin, ku derhal êrîşên xwe bisekinîne.

Negîn Watanî, Xezal Aliyalî, Peyman Hasan, Aliye Rehmanî, Viyan Alîpoûr, Kanî Berzanjî û Şîne Qelenderî di encama hilbijartinê de ji bo rêveberiya Ronak hatin hilbijartin.

Zîlan Rojhilat der barê vê rêxistinbûna nû de ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku jinên Rojhilatî yên li dîasporayê dijîn cara yekê ye rêxistinbûna xwe dafirînin. Rojhilat diyar kir, 'Ronak' wê di mehên pêş de li Elmanya, Îngilîstan û Fînlandiyayê jî bê avakirin û bi van gotinan, bal kişand ser pêwîstiya bi rêxistinbûna jinê ya nû:

"Jinên Rojhilatî û Îranî yên li vir dijîn, gelekî ji hev belav in û rêxistinbûneke wan nîne. Ji ber ku li derveyî welat dijîn, pirsgirêkên wan gelek in. Pirsgirêka sereke jî entegrebûna civakê û pirsgirêkên li nava malbatê ne. Perwerdeya zarokan û entegrasyon jî pirsgirêkek e. Ji bo em di vî warî de bibin alîkar ji jinan re, divê em xwe bi rêxistin bikin.

Li aliyê din, jinên li Rojhilatê Kurdistanê dijîn, di nava zexteke giran a dewletê de ye. Jin ber bi fûhûş û narkotîkê ve tên dehfdan. Jinên Kurd ji ber ku li ber zextên rejîma Îslamî radibin, tên girtin. Li hin ji wan jî gefa îdamê tê xwarin. Ronak wê ji bo piştgiriya van jinan jî bixebite."

Rojhilat da xuyakirin, ku ew ê tevî rêxistinên jinan ên Swêdî û koçber re ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan çalakiyên hevpar lidar bixin.