Jinên Rojhilata Navîn doza KCK’ê şopandin
Jinên Rojhilata Navîn doza KCK’ê şopandin
Jinên Rojhilata Navîn doza KCK’ê şopandin
Jinên ku tev li 1'emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a di 31'ê Gulanê û 2'ê Hezîranê de pêk hatin bûn, tev li rûniştina "Qirkirina siyasî" ku 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin bûn. Jinên ku tev li rûniştina doza siysaetmedaran bûn, diyar kirin ku darizandin siyasî ye û xwestin di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Jinên ku ji bo 1'emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn a di 31'ê Gulanê û 2'ê Hezîranê de pêk, hatin Amedê, beşdarî rûniştina "Qirkirina siyasî" ku 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin bûn. Delegasyonên konferansa ku diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar hatin kirin, piştî tev li rûniştina dozê bûn li ber avahiya Edliyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de komê bi îngîlîzî silogana "Azadî azadî, ji bo jinê azarî" berz kirin. Di daxuyaniyê de delegasyona Filistinî Rabbal Abdulhadî axivî û wiha got: "Li her derê cîhanê mafê jinê tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê jî rewş ji welatên din ne cudatir e. Li Tirkiyeyê li ber çavan darizandinek siaysî dijhiqûqi pêk tê. Divê di serî de girtiyên jin, hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan." Delegasyona Misirî Shanda Maclat, jî axivî û xwest di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan û wiha got: "Em jin 3 rojin vê lêpirsîn û binpêkirna mafên jinan niqaş dikin. Parlamantera Afganî ya berê Mallalai Joya, bal kişand ser pirsgirêkên jinên Afganî û wiha got: "Li hemû derên cîhanê ji ber pirsgirêkên wekî hev, mafê jinan tên binpêkirin. Hikûmta AKP'ê û Hişmendiya Tabîlan a Afganistanê wekî hev e. Ji bo ku ev rewş bê guhertin ez bang li hemû mirovên têkoşînê didin dikim ku tê bikoşin. Ez têkoşînagê kurd a ji bo azadiyê diparêzin û piştgiriya xwe tînim ziman.
Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asiye Abdullah, ji anî ziman ku divê li hemû welatan û cîhanê jin ji bo azadiya xwe têkoşînê bidin. Parlamantera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî xwest di vê pêvajoya çareseriyê de girtiyên siyasî bi lezgîn serbest bên berdan.