Jinên Rojhilata Navîn çûn serdana gora Sakîne Cansiz

Jinên Rojhilata Navîn çûn serdana gora Sakîne Cansiz

Delegasyonên tevli yekemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn bûn, çûn serdana gora Sakîne Cansiz û konên çareserî û rizgariya demokratîk.

Piştî konferansa Jinan a Rohilata Navîn ku bi pêşengiya DOKH’ê li Amedê pêk hat, delegasyon çûn serdana gora Sakîne Cansiz û konê çareserî û rizgariya demokratîk.

Ji  her welatekî nûnerek di heyetê de cih girt û destpêkê çûn serdana Şaredariyê.  Heyet ji aliyê şaredar Edîbe Şahîn û xebatên jin ve hat pêşwazîkirin. Piştî serdanê heyeta jinan çûn goristana Asrî gora Cansiz ziyaret kirin.  Hinek jinan rondik barandin û kulîlk danîn ser gorê.

Piştre jin çûn Konê Rizgariya Demokratîk û çareseriyê ya li gundê Rojnek hatiye avkairin.  Jin bi dirûşmeyan ketin kon. Li vir nûnera jinan a Fîlîstinê Rabab Îbrahîm Abdulhadî bi jinan re sohbet kir û got: “Têkoşîna gelê kurd li her qadê tê dîtin û gelek pêşve çûye. Gelê kurd ev 30 sale têdikoşe. Ev têkoşîn bê navber didome. Îrojî ji bo ku kes nemire ev têkoşîn tê dayîn. Ev gel azadiya Ocalan dixwaze.”

Aktîvîsta Dayikên Aştiyê Dondu Ergîn jî axivî û kêfxweşiya xwe ya bo hatine heyetê anîn ziman. Heyet piştre derbasî Amedê bû.