Jinên Rojhilat xwedî li kampanyaya ‘100 sedem’ derketin

Jinên Rojhilat xwedî li kampanyaya “100 sedem ji bo darizandina dîktator” derketin.

Çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê piştgirî dan Kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ û zextên rejîma Îranê û Tirkiyeyê yên li ser jinan şermezar kirin.

Kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ ku di 25’ê Mijdara 2020’an de, ji aliyê jinan ve ji bo dadgehkirina Erdogan hatibû destpêkirin, didome. Çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê vê êvarê bi çalakiyekê piştgirî dan kampanyayê. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwend.

Daxuyanî ji aliyê Fatim Seqizî ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: ”Em weke beşek ji çalakvanên jin ên Rojhilatê Kurdistanê bi yekdengiya xwe ligel kampanya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ in. Em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo destpê kirine û berdewame. Herwiha di kesayeta Leyla Guven de ku li Bakurê Kurdistanê pêşenga têkoşîna azadîxwaze, sivalên xwe ji bo hemû xebatên jin dişînin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku li Rojhilatê Kurdistanê êrişên li ser çalakvanên siyasî û sivîl metirsîdare û tê gotin ku di van rojên dawî de, rejîma Îranê dest bi pêlek destgîr kirin û revandinan kiriye, ji bo bêdengkirina dengê nerazî û azadîxwazan di nava hewldanan de ye.

Di dawiya daxuyaniyê de daxwaz ji hemû jinên Kurdistanê û herêmê tê kirin ku bi yekgirtî û bi berfirehkirina çalakiyan li dijî siyaseta tinekirin û kolekirinê rawestin û hêza xwe ji bo jiyanek azad bêxin tevgerê.