Jinên Mûş û Wanê gotin: NA!

Li Mûş û Peyîzava ya Wanê jin di aktivîteya 8’ê Adarê de lihev civiyan. Jinan ji bo referandûmê peyama ‘NA’ dan.

Li Mûşê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve di çarçoveya aktivîteya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê ‘Lihevcivîna Jinan’ pêk hat. Di lihev civîna li avahiya navçeyê ya HDP’ê hate lidarxistin de parlementera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk, Berdeva Dîwana DTK’ê Gulîstan Akel, li gel rêveberên HDP’ê gelek kesên bi cil û bergên renga reng beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde sînevîzyona bi navê “Li gel têkoşîna netewî ya Kurd têkoşîna rizgariya jinê” hate nîşandan.

Akel diyar kir ku piştgiriya herî mezin a hişmendiya êşkenceya li ser jinê mezin û meşrû dike dewlet e û got: “Li dijî hişmendiya qetilkirina jinê têkoşîn kirin rûmet e. Divê li dijî her êşkenceya ku li ser jinê li kû dibe bila bibe divê têkoşînê bikin. Jina Kurd êdî bûye navê têkoşîna cîhanê. Mînaka vê ya herî mezin jî berxwedana Kobanê ye. Li wir Jina Kurd ji bo jinên Amerîkî û Îngilîz li dijî polîtîkaya qirkirinê bû cesareta têkoşînê. Li dijî hişmendiya neqebûlkirina jinê em ê bêjin NA.

Parlemetera HDP’ê ya Mûşê Bûrcû Çelîk Ozkan jî girtina parlementerên HDP’ê yên girtî bibîr xist û diyar kir ku polîtîkaya ‘Tinekirinê’ ne tenê li Tirkiyeyê, li Reqa, Kobanê, Minbic û Şengalê hemwext dewam dike. Ozkan destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê ya 15 salan ji destpêkê heta niha li dijî aştiyê ye. Ozkan wiha got: “Tenê qetilkirina jinan zêde bûye. Bi gotinên zayentperestiyê rê li ber kuştina jinan vedike. Ya ku îro bi awayekî vekirî tê gefkirin jin û destkeftiyên wê ne.”

Jinan bi gerandina govendê ya li ber stranan ve 8’ê Adarê pîroz kirin.

WAN

Li navçeya Peyîzava ya Wanê di çarçoveya aktiviteya 8'ê Adarê de ji aliyê TJA yê ve ‘Lihevcivîa Jinan’ pêk hat. Di civîna li avahiya DBP'ê ya bajêr de, Rêveberên Jin yên HDP Û DBP'ê yên bajêr, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û gelek jin tevlîbûn. Piştî degeyek rêzgirtin slaytek ku jiyana jinên ku di dîroka tekoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn hat kirin.

Hevşaredara Payîzava Yîldiz Çetin ku qeyûm li cihê wê hatibû tayînkirin axivî û diyarkir ku di şert û mercên Rewşa Awarte de 8'ê Adarê pîroz dikin û wiha got: "Bi vê baweriyê em ê bi şêweyek bihêztir tevlî referandûmê bibin. Sîstema ku îradeya me nas nake em ê bersivekî bidinê."

Parlamentera HDP'ê Ozgokçe jî wiha got: "Îro hûn dizanîn ku ev roj roja ku jinên kedkar di kargehan de ji zilaman bêhtir kar dikin û li hemberî vî karê keda xwe negirtin, roja wane. Di dîrokê de hemû sermayedaran keda jinê tine hesibandine. Dema ku jinan dengê xwe derdixist jî bi şêweyî zilmê spartin mirinê."

Ozgokçe diyar kir ku di destûra bingehîn de ti caran rê ne daye karkeran, kedkar, Kurd û jinan û wiha pê de çû; "Gelê me dibin navê 'xweseriyê ' de di xapînin. Li dijî van kiryaran wê bersiv di sindoqan de were dayîn. Îradeya gel qebûl nakin û wekîlên wan rehîn digrin wê ev hikûmet xweseriyê bide me. Pêwîste Heta 16'ê Nîsanê wê hemû rojên me bi xêr û ji bo xebatên NA derbas bibe."

Herî dawî Ozgokçe diyarkir ku îxtidar bedena jinan teşhîr dike û pêwîste dijî vê qetliâmê jin dengê NA bikarbînin û bersivê bidin îxtidarê.

Li aliyê din serlêdana jinan a ji bo mîtînga 8'ê Adarê bi biryardariya jinan ji aliyê walî ve hat qebûlkirin. Wê mîtîna 8’ê Adarê di seat 10:00'an de li Çerxerêya Parka Çanf û Hunerê ya Muda Anter were lidarxistin.