Jinên Mexmûrî ji bo 25'ê Mijdarê dimeşin
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê meşiyan.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê meşiyan.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li Jinê meşek organîze kir.
Bi vê armancê bi hezaran jinên Mexmûrî li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan li hev kom bûn. Girseyê saet di 15:00 de dest bi meşê kir.
Çalakger wê di dawiya meşê de li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.