Jinên Mexmûrê li dijî dagirkeriyê nameyek ji hikumeta Iraqê re şand

Jinên Mexmûrê bi nameyekê bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwedî li xaka xwe û gelê xwe derkeve û pêşî li êrişên qirkeriyê bigire.

Jinên wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê re nameyek nivîsîn.

Name wiha ye:

"Ji ber zext û zilma dewleta Tirk em derbasî xaka herêma Kurdistanê ya Iraqê bûn. Bi dayîna bedelên gelek giran em hatin herêma Mexmûrê. Di her guhertina cih û warekê de me warek xira kir û yek din ava kir. Weke her nîjadek li ser rûyê vê cîhanê, bi ol, ziman, çand û parçeya axa diyarkirî hebûna xwe didomîne û ji ya gelên cîran dide cudakirin, em gelê Kurd jî xwedî axek qedîm, zîman û çandek dewlemend in. Xaka Mezopotamya ji gelek netew, çand û baweriyan re malovanî kiriye û her tim gelan kariye li ser vê xaka dewlemend a pîroz bi hevdure bijîn. Lê belê ruxmê vê dewlemendiya xaka Mezopotamya jî ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst di sala 1990-92’an de 4500 gundên me hatin şewitandin, bi sedan welatiyên me hatin qetilkirin, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Di encama van kiryarên hovane yên dewletaTirk de em 16 hezar kes ji cihê bav û kalên xwe hatin derxistin. Ji ber zilm û zordariyê, neçar man ji cih û warên xwe derbikevin û penaberî xaka herêma Kurdistanê û Iraqê bibin. Di sala 1998’an de bi destûra dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî em hatin li vê derê bi cih bûn. Ev 20 sal in em li herêma Mexmûrê dijîn û hûn me nas dikin, ji ber ku em cîranê we li ser xaka we bi we re dijîn. 

Ji sala 1998’an heta 2014’an em dikarin bêjin ruxmê her tiştî jiyana me van penabaran heta asteke diyar di bin ewlehiyê de bû û gelek pêwîstiyên me penaberan ji aliyê dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ve dihatin dabîn kirin. Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên sala 2014’an û şûnde hem jiyana gelê wargehê kete xeteriyek mezin, hem jî di aliyê debara xwe pêkanînê de gel kete nav tengasiyên mezin. Ji sala 2014’an heta roja me ya îro bi dehan caran çeteyên DAÎŞ ê êrîş anîne ser me û di her êrîşekê de xelkê me qetil kirine û bi dehan jî birîndar bûne. Di vê wargehê de em zêdetirî 12 hezar kes dijîn ku di nav de zarok, jin, extiyar û nexweşên giran jî hene. Ji ber em penaberin û wargehekî penaberane hemû derfetên me yên jiyanê ji xwe sînordar in. Ji xwe, derûniya penaberiyê, kêmderfetî, êş û hesreta warên bav û kalên me ya di dil de dibe derdek dikeve li ser dilê mirov. Dema êrîşên dijmin dijwartir dibin û bi firokeyên tên vê civaka sivîl nîva şevê di xew de bombabaran dikin vê carê jiyan bi temamî dikeve di bin xeteriyek dijwar de. Di nava van hemû êş û zehmetiyan de bêguman em jin dibin maka kişana van hemû zehmetiyan û barê jiyanê yê herî zêde dikeve ser milê me jinan. Bi derketina vê pandemiya koronayê re jî rewşa me ya aborî, derûnî, şert û mercên jiyanê zehmettir bûne. Ji ber vê yekê weke jinên wargehê, di aliyekê de em bi nexweşiya koronayê re tekoşîn didin, di aliyê din de ev bû qasî salekê rêgirtin û abargoya ku hikûmeta herêma Kurdistanê li ser me danî, rewş û barê me jinan gelek giran bûye. Her wiha wek hûn ji dizanin liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê metirsiyekî mezin dide çêkirin. 

Li kêleka van hemû bûyeran ji sala 2017’an ve 5 caran em penaberên wargeha Mexmûr ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatine bombabaran kirin û di van bombebaranan de gelek hemwelatiyên wargeha me hatine qetilkirin û birindar bûne. 

Em gelek caran ji xwe dipirsin çawa çêdibe ku firokeyên dewletekê sînorên dewletekê derbas bikin û bên me qetil bikin? Em vêna baş dizanin û dibînin bombabaranên ku li ser me çêdibin binpêkirina serweriya axa dewleta Iraqê ye. 

Wargeha me hem di bin ewlehiya dewleta Iraqê û ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê çima dewleta Tirk tê me bombawaran dike û deng û helwesta pêwîst ne ji dewleta Iraqê, ne jî ji Neteweyên Yekbûyî derdikeve?

Em hemû bi awayek eşkere û diyar siyaseta dewleta Tirk ya ku di herême de pêk tine dişopînîn. Dewleta Tirk di nava hewildana dagirkirina xaka Iraqê û pêkanîna pergala împaratoryeta Osmaniyan de ye. Bi gelek belgeyan hat piştraskirin ku dewleta Tirk xwest bi destê çeteyên wek DAÎŞ’ê herêmê kontrol bike, lê dema çeteyên DAÎŞ’ê bin ketin, vê carê dewleta Tirk bi fermana Erdogan bi xwe dixwaze dewletên ciranên Tirkiyê dagir bike û bêxe bin kontrola xwe. 

Raste niha tu ewlehiya jiyana me nîne, em li ser xaka we dijîn û li vir penaberin bi destûra we li vir bi cih bûne. Lê em dibînin ne tenê ewlehiya me tune ye. Dewleta Tirk dixwaze serweriya xaka Iraqê binpê bike, ji ber vê yekê ewlehiya tu kesê tune ye. Ji ber vê yekê em ji xwe dipirsin gelo çima destûr ji van êrîşên hewayî re tên dayîn? Gelo çima sahaya hewayî ji van balafiran re nayê girtin? Ma bombabaran kirina xaka we ne sînor derbas kirin û tecawizî xaka we kirine, çima li beramberî van êrîşan ya pêwîstnayê kirin? Em weke jinên li Mexmûrê dijîn dibînin ku jiyana me û zarokên me di bin xeteriyek mezin de ye, em naxwazin her roj bi vê fikarê bijîn. Ka wê kengê firokeyên dewleta Tirk bên me û zarokên me qetil bikin, malên me xirab dike. Di dema her êrîşekê de heyetên we erkdarkirîn jî hatin rewşa me dîtin ka çawan balafirên dewleta Tirk tên me qetil dikin. Bi rojane balafirên keşfê yên dewletaTirk li ser esmanê Mexmûrê digerin, derûniya zarokên me xirab bûn. Heyetên ku ji aliyê we ve hatin şandin me raporên xwe pêşkêşî wan kirin, dîtin ka em li ser xaka we çawan tên bombabaran kirin. 

Em weke jinên penaberên vê wargehê bang li we birêzan dikin ku em îro mêvanên we ne li ser xaka we dijîn. Bi salane wek civaka wargehê me tu caran binpêkirinên qanunên dewleta Iraqê ne kirine. Her tim em bi gelê herêmê re di nava dan û standinên xwişk û biratiyê de me jiyane. Bi salan we hemû pêdiviyên me yên jiyanê pêkanîn û parastina me kir. Niha em dîsan ji we daxwaz dikin ku li hemberî van êrîş û gefên dewleta Tirk li me dike, hûn li me xwedî derkevin û parastina me û zarokên me bêxin bin ewlehiyê. Daxwaza me ji we hûn rê nedin balafirên dewleta Tirk sînorên we derbas bike û were li ser xaka we me bombabaran bikin û me û zarokên me qetil bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku hûnê li me xwedî derkevîn, bertekên ku heta niha hatine dayîn nekariye me ji êrîşên dewleta Tirk biparêze. Hêvî û daxwaza me ji we li hember êrîşên dewleta Tirk bertek û nerazîbûnên wê hin bihêztirbin, da ku dewleta Tirk neyê me qetil neke. Niha ewlekariya me bi heviya we ve ye."