Jinên li Yerşovê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Jinên Kurd ên li navçeya Yerşov a bajarê Saratovê dijîn, êrîşên leşker û çeteyên Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li navçeya Yerşov a bajarê Saratov ê Federasyona Rûsyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kirin. Jinan alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hildan û ji bo berxwedana Efrînê dirûşm qîriyan.

Ji rêveberiya Komîteya Jinan Zelixan Usmanova li çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk li Efrînê tenê xwîn rijand. Li cihekî Sûriyeyê ku gelên lê bi rengekî wekhev û aştiyane dijiyan, Erdoğan xwîn rijand. Gelê me wê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê geş bike û Efrînê mîna berê azad bike. Dewleta Rûs bi dewleta Tirk re li Efrînê hevkariyeke qirêj kiriye. Em hêvîdar in wê rayedarên Rûs ji vê şaşitiya xwe vegerin û ji bo aştî were herêmê tavilê bikevin dewrê."