Jinên li Swîsreyê daketin qadan destek dan berxwedana Efrînê

8'ê Adarê li gelek bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin. Jinên Kurd ên bi rengê xwe tevlî çalakiyan bûn bal kişandin ser berxwedana Efrînê û gotin, "Berxwedana jinê ya li Rojava û Efrînê wê hemû jinên li cîhanê azad bike."

8'ê Adarê li gelek bajarên Swîsreyê hate pîrozkirin. Jinên Kurd ên bi rengê xwe tevlî çalakiyan bûn bal kişandin ser berxwedana Efrînê û gotin, "Berxwedana jinê ya li Rojava û Efrînê wê hemû jinên li cîhanê azad bike."

BERN: Li paytext Bernê, bi pêşengiya rêxistinên jinan, sendîka û partiyên çep ên Swîsreyî jin li meydana Waisenhausplatzê li hev civiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan olîtîkayên cihêkar ên li Swîsreyê li dijî jinan tên birêvebirin şermezar kirin. Jinên Kurd ên bi rengê xwe tevlî çalakiyê bûn bal kişandin ser berxwedana jinê ya li Rojava û Efrînê û bang li hemû jinên cîhanê kir ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. Di çalakiyê de dirûşma "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" hate qîrîn.

LOZAN: Li bajarê Lozanê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Lajin û Yekîtiya Jinên Sosyalîst jin li stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û ji vir heta meydana Riponneyê meşiyan. Bi pankartan bal hate kişandin ser berxwedana jinê ya li Efrînê û dirûşmên "Her der Efrîn e, her der berxwedan e", "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li vir daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Berxwedana jinê ku li Rojava dest pê kir û îro li Efrînê didome, ji bo hemû jinên cîhanê hêvî ye."

BASEL: Li bajarê Baselê bi pêşengiya Rêxistinên Jinên Koçber û Swîsreyî meşek hate organîzekirin. Jinên Kurd jî cihê xwe di meşê de girtin û êrîşên dwleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku destekê bidin têkoşîna jinên Kurd a li dijî sîstema serdestiya mêr.