Jin li qadan in: Jin, Jiyan, Azadî!

Jinên Kurd di salvegera berxwedana Jin, Jiyan, Azadî de daketin qadan.

Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran meş û daxuyanî tên lidarxistin.

WAN

Bi boneya salvegera berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Parka Dabbaoglû ya Beşyola Wanê çalakiyek hate lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Polîsan hewl dan jinan li parkê kom nekin. Jin bi derbaskirina dorpêçê ketin parka ku bi TOMA û maşînên zirxî hat dorpêçkirin.

Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ku di pêşengiya jinên Kurd de derketiye holê, bûye gerdûnî û got, "Çawa ku di şexsê Jîna de stûnên rejîma Îranê hatin hejandin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û polîtîkayên wê yên zayendperest wê di pêşengiya jinên Kurd û Tirk de bên tunekirin.”

MÊRDÎN

Li navçeya Qoser a Mêrdînê jî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk (Partiya Çep a Kesk) rêxistinên bajar û navçeyan, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Bêrîtan Guneş, Kamuran Tanhan beşdarî çalakiya li Qada Azadiyê bûn.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Qoserê Aysel Ayav got, "Me dît ku jinan dev ji kolan û qadên berxwedanê bernedane.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Guneş jî got, "Ji hebûna jinan ditirsin."