Jinên li Parîsê ji bo Leyla Guven name şandin

Meclîsa Jinan a Wanê ya li bonliyeya Vîlleneûve Saînt George a paytexta Fransa Parîsê ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlementer HDP’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye name şandin.

Di çarçoveya çalakiya bi pêşengtiya TJK-E ya ‘Tu jî nameyek bişîne’ de jinên Kurd ên li Parîsê dijîn ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ketiye greva birçîbûnê name şandin.

Di nameyên tê de ‘çalakiya te çalakiya me, berxwedana te rûmeta me ye’ hate nivîsîn, ev tişt hatine gotin: “Em jinên li Dîasporayê li gel te ne, em ê tim li gel te bin.”