Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin li Amedê hatin bîranîn

TJA'yê siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin kuştin, li Çinarê bibîr anî. Çalakgeran gotin, "Çi dibe bila bibe em ê li ser şopa van siyasetmedarên xwe bin."

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama KJA'yê Fatma Ûyar ên par li Silopiyayê hatin kuştin û şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên sala 2013'an li Parîsê hatin kuştin, li navçeya Çinar a Amedê bibîr anîn. Merasîma bîranînê li avahiya hevpar a HDP û DBP'ê hat lidarxistin û xebatkarên navenda Jinê Jinwar, rêveberên HDP û DBP'ê û jinên Çinarî lê amade bûm.

Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Guler da xuyakirin, ku komployek li dijî jinên Kurd hatiye kirin û got, "Baş tê zanîn ku di komkujiya li Parîsê de tiliya Tirkiyeyê heye. Ev komployek bû. Bi vê komployê re di şexsê wan de xwestin mesajê bidin gel û jinên Kurd. Bi kuştina kujer Omer Guney beriya destpêkirina dadgehê re hewl didin vê bûyerê binixumînin."

'EM Ê LI SER ŞOPA WAN BIN'

Guler têkildarî siyasetmedarên in ên li Silopiyayê hatin kuştin jî got, "Her kesî zanîbû ku Sêvê, Pakîze û Leyla siyasetmedar bûn. Hevalên me bûn. Dewletê jî zanîbû ew kî ne, tevî vê yekê jî ew kuştin. Bi vê komkujiyê xwestin me bitirsînin, lê xwe dixapînin. Çi dibe bila bibe em ê li ser şopa siyasetmedarên xwe yên jin ên katin kuştin bin. Em ê her tim wan bişopînin. Heta ku lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd azad bibe, heta azadî bê vê xakê, em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin."

Civîna bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê li ser jiyana siyasetmedarên jin ên hatin kuştin, qediya.