Jinên li Hanaûyê kart ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin

Jinên li Hanaûyê dimînin, di çarçoveya kampanyaya li dijî Komploya Navneteweyî hat destpêkirin de, bi şandina kart jê re hizirên xwe anîn ziman.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, bi boneya salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, dest bi çalakiya şandina kart ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, kir.

Jinên li Hanaûyê dimînin jî îro kart ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin ku 2 sal in tu agahî jê nayê girtin.

Jinan bi kartên ku şandin hizirên xwe wiha anîn ziman:

Fatoş Kizil: “Wateya hebûna min, Rêberê min ku jiyana min bi wate kir, hêviya min pêk anî… Bi hezkirin û rêzdariyeke zêde bi hêviya dîtina hevdu di demeke nêz de.“  

Asiye Serhat: “Serokê min bi tenê tiştekê ku ez ji te re bibêjim heye; Tu, rûmeta Kurdan î. Ji bo mirov vê rûmetê heq bike, erka me ye ku divê em te azad bikin. Bi hêviya dîtina hevdu zû bi zû…“

Fatma Dogan: “Pir tişt hene lê belê di anîna ser ziman ya hizirên xwe de zehmetiyê dikişînim. Baş e ku tu rêberê me yî. Tu ji bo min, çêbûna min a duyemîn î…“