Jinên ku li Elmanyayê daketin qadan berxwedana Efrînê silav kirin

Li gelek bajarên Elmanyayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de jinên ku li Efrînê di Berxwedana Serdemê de cih digirin hatin silavkirin.

DUISBURG: 8'ê Adarê li bajarê Duisburgê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Jin bi vê armancê li ber gara trenê ya bajêr li hev civiyan û tevî jinên Kuridstanî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û dostên Kurdan tevlî çalakiyê bûn. Nûnera Meclîsa Jinên Kurd li vir axivî û got, "Di şexsê jinên Efrînî de em 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Jinên YPJ'yî yên ku li dijî faşîzma Errdogan û DAÎŞ'ê destanan dinivîsînin silav dikin." Çalakgeran serdegirtina Weşanxaneya Mezopotamyayê ji aliyê polîsên Elman ve şermezar kirin.

SAARBRÜCKEN: Jinên Kurdistanî li navenda bajarê Saarbrückenê li hev civiyan û tevî rêxistinên jinan ên Elman mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de bi sedan belavok hatin belavkirin. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Dîlan Akdogan li vir axivî û anî ziman ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku xwedî li sîstema konfederal a demokratîk a li Rojava derkevin.

BREMEN: Jinên Kurd û Elman li bajarê Bremenê li hev civiyan û heta ber Parlamenta Eyaletê meşiyan. Di çalakiyê de wêneyên Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Sakîne Cansiz hatin hildan. Jinan li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dike, banga hişyariyê li raya giştî kirin.

MANNHEIM: Li bajarê Mannheimê jin li ber Ludwigshafen Rathausê bi wesîleya 8'ê Adarê mîtîng li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" hate vekirin. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî tevlî çalakiyê bû û li vir peyivî.

STUTTGART: Jinan li Stuttgartê bi meş û mîtîngeke hevpar 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de ku ji aliyê rêxistinên jinan ên Kurd û Elman ve hate organîzekirin, zext û zordariya rejîma Erdogan a li jinan tê kirin, hate şermezarkirin.

KÖLN: Li Kölnê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin. Sultan Örge piştî deqeyeke rêzgirtinê di panelê de pêşkêşî kir û işaret bi rêxistinbûna jinên Kurd kir ku bi berxwedana Efrînê re baştir tê dîtin. Örge destnîşan kir ku li Rojava jinên 60 salî jî ji bo parastina gel û xaka xwe li ber xwe didin.

GUMMERSBACH: Însiyatîfa Jinê ya Gummersbachê li Lindenplatzê stant vekir û li ser dîroka 8'ê Adarê agahî da welatiyan. Însiyatîfê her wiha bi wesîleya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê gul li jinan belav kir.

HAMBURG: Jinên Kurd ên li Hamburgê dijîn bi dirûşma "Her roj ji bo jinan rojên têkoşînê ne" li Gaensemarktê il hev civiyan û heta Hansaplatzê meşiyan. Bi qasî hezar jin tevlî çalakiyê bûn û bi hildana alên YPJ'ê berxwedana Efrînê hate silavkirin.

FREIBURG: Pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li bajarê Freiburgê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Nûda ve hate organîzekirin û zêdeyî hezar kes tevlî bûn. Rêxistinên çep û jinan ên Elman jî destek dan pîrozbahiyê. Jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana YPJ'ê" hatin qîrîn.

FRANKFURT: Li bajarê Frankfurtê, rêxistinên jinan di sibeha 8'ê Adarê de pankartên li ser şoreşa jinê û berxwedana Efrînê li ser pirên bajêr daliqandin. Jinên ku danê sibehê li hev civiyan, destpêkê balonên mor ên ku nivîsa "Jin jiyan azadî" li ser bûn firandin û piştre pankart li ser piran daliqandin. Jinan Elmanya û Rûsya şermezar kirin ji ber ku destekê didin dewleta Tirk û gotin, jin û gelên li Efrînê wê bi ser bikevin. Danê êvarê jî bi sedan jin li meydana Bockenheimê li hev civiyan û heta Romerplatzê meşiyan.

ESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Essenê li hev civiyan, komkujiya ku dewleta Tirk a faşîst li Efrînê dike şermezar kirin. Di çalakiyê de her wiha ji bo Elmanyayê jî hate gotin ku hevparê komkujiya li Kurdan tê kirin e, ji ber ku çekan dide Tirkiyeyê.