BI DÎMEN

Jinên Kurd yên ku hatibûn qetilkirin li Mannheîmê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên ku li bajarê Mannheîmê dijîn, her sê jinên şoreşger yên ku hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatin qetilkirin û her wiha Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar yên ku li Silopyayê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn.

Çalakî bi pêşengtiya Mecîlsa Jinan ya Ronahî Berîvan, li Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd hat lidarxistin. 

Piştî bibîranînê, ji bo çalakiya Parîsê bi otobosan bi rê ketin.