'Jinên Kurd tirs berdane nava dilê dagirkeran'

Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinên Kurd nirxand û got, "Jinên Kurd tirs berdane dilê dagirkeran. Lewma êrişî wan dikin."

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Tevgera Jinên Kurd dewam dikin. Siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd têne destgîrkirin, girtin an jî qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi taybetî êrişî wan jinan dike ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de bûne sembol û li nava civakê cihê xwe hene. Sakîne Cansiz, Leyla Guven, Sebahat Tûncel, Aysel Dogan, Ayşe Gokkan û Aysel Tûglûk ji wan jinan e. Salên dawî li hemberî rêxistina sîwanî ya siyasetmedarên jin ên Kurd Tevgera Jinên Azad (TJA) polîtîkayeke taybet tê meşandin.

Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen konsepta êrişê ya dewletê ya li dijî jinên Kurd ji ANF'ê re nirxand.

Xecê Şen diyar kir, li cihê ku têkoşîn û îradeya azad heye bêguman li hemberî wê mekanîzmayeke êrişê jî di meriyetê de ye. Xecê Şen ragihand, ku sîstemên paşverû û tarî her tim li dijî îradeya azad polîtîkayan dimeşînin û destnîşan kir ku ev yek rastiyeke rejîmên otorîter û dagirker e.

JINÊN KURD ŞOPDARÊN XWE DIAFIRÎNIN

Xecê Şen lehengiya jinên Kurd di raperînên beriya niha de bi bîr xist û got, "Her jineke Kurd ku di dîroka Kurdan de bûye sembol xwe weke şopdarên jinên beriya xwe pênase kirine. Em jî weke TJA'yê şopdarên vê mîrateyê ne. Ji Leyla Zanayan heta Leyla Guvenan... Rejîmê dagirker dixwazin êrişî vê mîrateyê bikin. Lê belê jinên Kurd li hemberî vê yekê her tim têkoşîn û berxwedana xwe dewam kirin. Ev têkoşîn heta vê serdemê jî hatiye. Li şûna her jin a hatiye qetilkirin, yan jî hatiye girtin bi dehan jin tevlî nava têkoşînê bûne."

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÊRIŞAN MEZIN DIBE

Xecê Şen ragihand ku jinên Kurd bi têkoşîn û hişmendiya xwe ya jin a azad tirs berdane nava dilê dagirkeran, dagirker lewma bêhtir êrişkar bûne û got, "Gava herî biçûk jî ji bo xwe xetere dibînin. Hişmendiya azadiyê ya jinê ji bo xwe xetere dibînin, lewma di êrişkariyê de sînoran nas nakin. Lewma bi polîtîkayên şerê taybet hîn bêhtir êrişî jinan dikin. Rojek nîne ku ev polîtîka li hemberî jinê nehatiye meşandin. Jin li dijî her êrişê têkoşîn û berxwedana xwe dewam dikin."

JINÊN KURD DIBIN REFERANS JI CÎHANÊ RE

Xecê Şen destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd li dijî van êrişên rejîma dagirker têkoşîna xwe dewam dike, li ber xwe dide û got, "Tevgera Jinên Kurd ji aliyê felsefî, teorî, rêxistinî û siyasî ve ji cîhanê re bûye modeleke nû. Bêguman ev model li dijî serweriya mêr ji civaka jinê re bûye referansa serhildanê. Ji ber vê yekê dema ku êrişeke biçûk jî li hemberî jinên Kurd tê kirin, tevgerên jinan ên cîhanê vê êrişê li dijî xwe dihesibînin û nerazîbûnê nîşan didin. Ji ber ku jinên Kurd samîmiyeta xwe ya di berxwedanê de ji tevahiya jinên cîhanê re ispat kiriye. Lewma ev têkoşîn wê ti carî lawaz nebe. Wê her tim bi hemû rengên xwe dewam bike."