Jinên Kurd li Ewropayê got: Jin, Jiyan, Azadî! HAT NÛKIRIN-II

Jinên Kurd li Ewropayê daketin qadan û salvegera berxwedana Jin, Jiyan, Azadî silav kirin.

Jinên Kurd ên li Ewropayê daketin qadan û salvegera berxwedana Jin, Jiyan, Azadî silav kirin û Jîna Emînî bi bîr anîn.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve, rêxistinên jinan meşek li dar xistin. Meş di saet 12:30’an de ji bo bîranîna jinên hatin qetilkirin di şexsê Jîna Emînî de deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Girseyê li ber stasyona trenê ya Sternschanze kom bûn. Seroka Koma Parlementoya Eyaleta Dîe Lînke ya Hambûrgê Cansu Ozdemîr ku bang li girseyê kir, têkiliya hikûmeta Elman a bi dewleta Tirk û Îranê re rexne kir.

Cansû Ozdemîr îşaret pê kir ku Wezîra Karên Derve dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kiriye û got: ‘’ ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo me prensîbek e. Ne makyajek e ku kapîtalîst ji bo berjewendiya xwe bi kar bînin.’’

Li cihê girse lê civiya mûzîkjenê antîfaşîst Omeed Khadeem Saba û muzîkjenên MLPD’î ji bo bibîranîna Jîna Emînî muzîk pêşkêş kir.

Gava meşê, girseê bêyî sekin dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ berz kir. Li ser navê Saziya Jinan a Zorayê Azad Pirsûsê ku daxuyanî da, got ku  rexnekirina rejîma Îranê ne bes e, divê mirov dewleta Tirk ku bi dron û çekên kîmyewî êrîşan dike, DYE’yê ku dengê xwe jê re nake û Elmanyayê û wd. jî rexne bike. 

Daxuyaniyên KJAR û TJK-E’yên bi boneya serhildanên ‘Jin, jiyan, azadî’yê hatin xwendin. KJAR’ê di daxuyaniya xwe de bal bir ser giringiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi azadiya jinan dide û ev tişt diyar kirin: ‘’Mîmarê Konfederalîzma Demokratîk û avakerê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê Abdullah Ocalan wiha dibêje: ‘’Ji bo famkirina ji azadiya civakekê, li rewşa azadiya jinan a wê civakê binihêrin. Jin, hestiyê piştê yê civakê ne. Nûnerên jiyana azad û bi exlaq in. Çareseriya hemû pirsgirêk û krîzên dîktatorî û pergala kapîtalîst li ser civakê ferz dikin, avantaja çîneke serwer a di civakê de ye û ev jî mirov bi rehetî dikare bibêje ku çareserkirina pirsgirêkên jinan e.’’

KJAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: ‘’Di bin van şertên zor de, ji bo ferehkirina ber li têkoşînên azadiyê gelek fersend hene. Ji bo mirov dawiyê li faşîzm, koletî û tunekirina jinan bîne, di vê merheleyê de ku bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê dest pê bûye, di serî de jin û ciwan, pêdivî bi tevlêbûna her kesî heye. Bi vîna xwe ya azad em bi awayekê hêj birêxistinkirî û plan bi pêş ve biçin, em ê bikarin çarenûsa xwe jî biguherînin.’’

Di daxuyaniyê TJK-E’yê de jî wiha hat gotin: ‘’Ji bo xweşka xwe û ya te û ya me’’ hat gotin û têkoşîna me salvegera yekemîn a qetilkirina Jîn Emînî ‘’ bi dirûşmeya ‘’Bi jin, jiyan, azadiyê, ber bi şoreşa jinê ve’’ tê pêşwazîkirin. Jin li çar aliyên cîhanê di bin dirûşmeyê de dibin yek. Ev rewşeke pir bi kelecan û hêvîbexş e. Em jin, bi israr in ku jiyanê bi ruh, berxwedan û rengê jinan azad û xweşik bikin. Em biryardar in ku vî şerê mezin ku pê sedsalek tê diyarkirin, kar bikin. Û dibêjin ku ji bo xwişka xwe û ya te û ya me, em her rojê bikin roja azadiyê, qadan bi daxwaza xurtkirina têkoşîna azadiyê tije bikin.’’

Meş bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Bijî Serok Apo’’ û ‘’Azadî ji bo hemû girtiyên siyasî’’ li rawestgeha Altonayê bi dawî bû.

LÎVORNO

Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê, rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê û encûmenên Şaredariya Lîvornoyê bi hev re li ber deriyê şaredariyê Jîna Emînî bi bîr anî.

Wêneyên Jîna Emînî û pankart hatin vekirin, berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’yê hat silavkirin.

KÎEL

Li Qada Euro Platz a li bajarê Kîel ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ku bi pêşengtiya Komeleya Jiyana Jin û Defend Kurdistanê hat lidarxistin, hat diyarkirin ku berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’yê bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye ya hemû cîhanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Jinên di nava Şoreşa Rojava de, bang dikin ku hemû jinên li cîhanê ji bo têkoşîna azadiya jinan bibin yek.’’

AMSTERDAM

Li Amsterdamê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad li Hollandayê meş hat kirin.

Tevgera Jinên Kurd li Hollandayê, KJAR, PJAK û enternasyonalîstan li Qada Leîdspleînê dest bi meşê kir.

Di daxuyaniyê de ku li ser navê tevgera jinan hat xwendin, hat diyarkirin ku şoreşa jinan bûye gerdûnî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye.

DORTMÛND

Kurdistanî û dostên xwe ku li ber Haûptbanhofa Dortmûndê hatin ba hev, di salvegera  yekemîn a şehadetê de Jîna Emînî bi lidarxistina mîtîngekê bi bîr anî.

Bi tevlêbûna Meclisa Jinan a Rozerîn a Dortmûndê, Meclisa Jinan a Asya Yuksel a Dûîsbûrgê, Meclisa Jinan a Berîvan Şengal a Essenê û Kurdistaniyan, mîtîng saet di 17.00’an de dest pê bû. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan axavtin kir.

Kaplan di axavtina xwe de diyar kir ku di çarçoveya pêngava ‘’Bi Jin, jiyan, azadiyê ber bi şoreşa jinan ve’ ku TJK-E’yê daye destpêkirin, wan geşkirina birêxistinbûna jinan li hemû cîhanê, ji xwe re kiriye esas û dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku bûye global, 43 sal in heye.

Di çalakiyê de bêyî navber bi zimanên cuda dirûşme hatin berzkirin.

LÛZERN

Bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’yê li bajarê Lûzern ê Swîsreyê, bi pêşengtiya Tevgera Jinan li Swêdê (YJK-S) meş hat lidarxistin.

 

Girse ku ji bo meşê li qada Helvetîaplatzê hat ba hev, heta qada Kûrtplatzê dirûşme berz kirin û meşiya. Ji çar aliyên Kurdistanê û Resolût ku tevgereke anarşîst e, aktîvîst tev li meşê bûn. Girse car bi car sekinî û daxuyanî dan.

Bejan Îsmaîl ku li ser navê jinên ji Rojhilatê Kurdistanê axivî, got: ‘’Salek e ku têkoşîn bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê berdewam e, em ê dewam bikin.’’

YJK-S’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku par ji ber qetilkirina Jîna Emînî jin û hemû aliyên civakî li ber paşverûtiyê rabûne û wiha got: ‘’Têkoşîna jinên Îranê gihîşt merheleyeke din. Bi salan e ji bo bibin ‘xwe’ bi awayekê bêhevta têdikoşin. Ev serpêhatiya dîrokî, ji serê çiyayan ta bajaran, ji kargehan ta dibistanan bi lez û bez berdewam e. Piştî qetilkirina Jîna Emînî ku jineke Kurd e, bi destpêbûna pêvajoyeke serhildanê ku pêl bi pêl belav bû, rûpelekê nû di têkiliyên Îran û Rojhilat de vebû. Kir ku tevgerên azadiya jinan ên cîhanê û yên kevneşopiya berxwedanê xurt kiriye bibin yek û berxwedanê li dora wan bihûnin. Di çarçoveya ‘Jin, jiyan, azadî’yê de, di dîrokê de serhildaneke nû û tevgereke dînamîk pêk hat.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fikira ‘Jin, jiyan, azadî’yê û dînamîkên vê guherîn û veguherînê çê dikin, li Kurdistanê rastiyek e ku zêdeyê çil salan e heye û ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Ev rastî ku ji Bakurê Kurdistanê û tecrûbeya Tirkiyeyê tê zanîn, di demên dawîn de di Şoreşa Rojava ya Jinan de veguheriye rastiyeke fiîlî û li hemû dinyayê belav bûye, dirûşmeyeke efsûnî ye. Raveya bi kurtî ya rastiya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaz a jinan a Rêber Apo ye.’’

Di daxuyaniya YJK-S’ê de di serî de Zeyneb Celaliyan, daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî hat kirin.  Dîlber Osman ku li ser navê jinên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî xwend û Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lûzernê Nûrşen Nergîz jî banga geşkirina têkoşîna Jîna Emîniyan li her derê, kir.

Herî dawî li ser navê Yekitiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S) Dîlan Çetînkaya axivî. Dîlan Çetînkaya, diyar kir ku dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê ku bûye qêrîna ji bo azadiyê ya jinên Îranî, veguheriye dirûşmeyekê ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinan û destnîşan kir ku ew ê li dijî tundiya bi her awayî têkoşînê ji xwe re bikin esas.

STRASBOÛRG

Di salvegera qetilkirina Jîna Emînî de çalakî li bajarê Strasboûrg  ê Fransayê jî hat lidarxistin. Forûma Jin, jiyan, azadî ya Strasboûrgê û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) saet di 15.00’yan de li Place Kleberê çalakî li dar xist.

Li mîtîngê, berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin. Di çalakiyê daxuyaniya TJK-E’yê hat xwendin. Dowîzên Jina Emînî û jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî ku li Fransayê hatin qetilkirin, hatin hildan. Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd axavtin hatin kirin. Di axavtinan de banga geşkirina berxwedanê li dijî desthilatdariya mêrserwer û neyartiya jinan, hat dubarekirin.

HELSÎNKÎ

Li Helsînkî ya paytexta Fînlandiyayê, bi boneya salvegera 1’emîn a serhildanên ‘Jin, jiyan, azadî’yê bi tevlêbûna bi sedan kesan, bi pêşengtiya rêxistin û saziyên Kurdistanî çalakî hat lidarxistin. Fîniyên şoreşger û femînîst jî bûn piştgir. Piştî rêzgirtina bi deqeyekê, li ser navê rêxistin û kesayetan daxuyanî hatin dayîn. Koma muzîkê Dîrenîş Rîtmî jî tev li çalakiyê bû.

SAARBRUCKEN

Bi boneya salvegera yekemîn a kuştina Jîna Emînî, li Saarbruckenê çalakî hat lidarxistin. Meclisa Jinan a Şîrîn Elemhulî ya Saarbruckenê û rêxistinên jinan ên Îranî tev li çalakiyê bûn. SPD jî bû piştgir.

Di çalakiyê de nûnerên rêxistinan yek bi yek axivîn. Nûneran diyar kir ku her sal bi hezaran jin ji aliyê polîsên exlaq ve tên kuştin û hat gotin ku jin vê qebûl nakin û dixwazin azad bibin. Hat destnîşankirin Jîna Emînî bûye nîşaneya şoreşê ku wê pêk bê û heta bi hetayê divê mirov lê bibe xwedî.

Peyama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî hat xwendin. Hat diyarkirin ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê ku belavê hemû cîhanê bûye, jinên Kurd gelek bedel dane û bi pêş ve biriye. Hat destnîşankirin ku ‘Jin, jiyan, azadî’ hîmekê sereke yê şoreşa jinan e. Îşaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û hat diyarkirin ku dewletên netewe ji ber ku Rêberê Gelê Kurd geşe bi îdeolojiya xelasiya jinan daye, dixwazin heyfa xwe jê hilînin. Di peyamê de her wiha hat destnîşankirin ku îspat bûye ku jin azad nebin wê civak azad nebin û temînata wê jî meşa ji bo şoreşa jinan bi ‘Jin, jiyan, azadî’yê ye.

Di çalakiyê de dareke temsîlî ji bo bibîranîna Jîna Emînî hat çêkirin û navên jinên şoreşger ku li Îranê hatine kuştin û di têkoşîna ji bo azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, hatin daliqandin. Wêneyên Evîn Goyî ku par li Parîsê hat qetilkirin û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku li Silêmaniyê hat qetilkirin jî di çalakiyê de hatin hildan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ qediya.

FRANKFÛRT

Ji ber salvegera yekemîn a kuştina Jîna Emîniyê û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li Frankfûrtê meş hat lidarxistin. Meş li Alte Oper Platzê hat lidarxistin. Ji Darmstadt, Mannheîm û bajarên der û dorê jî kes tev li meşê bûn. Meş li ber Balyozxaneya Îranê qediya.

Li ber balyozxaneyê peyamên sazî û rêxistinan ku tev li meşê bûn hatin xwendin.

NANTES

Li bajarê Nantes ê Fransayê, salvegera kuştina Jîna Emînî bi tevlêbûna dostên Îranî û Npa, Lûtte û Ouvrière li qada  Miroir d’eau hat protestokirin.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê bû. Wêneyên Jîna Emînî di çalakiyê de hatin hildan û dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bêyî sekin hat berzkirin. Nameya rêxistinên Îranî ya ji bo Jîna Emînî hat xwendin û li ser têkoşîna jinên Kurd daxuyanî hatin dayîn. Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Engîn Sîncar jî axavtina hat kirin.

MUNÎH

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, di salvegera yekemîn a kuştina Jîna Emînî de, meşeke protestoyî hat lidarxistin. Bi sedan Kurd, Îranî û Elman tev li meşê bûn. Gava meşê behsa tundiya rejîma Îranê ya li dijî jinên azadîxwaz û tundiya dewleta Tirk a li dijî jinan hat kirin. Dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ hat berzkirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve bi êşkenceyê hat qetilkirin, bi meşekê hat bibîranîn.

Jinên ku li qada Babelplatz a Berlînê li hev civiyan, Jîna Emînî bi bîr anîn û beşdarên berxwedanê silav kirin. Di meşê de ku endamên Meclîsa Jinê ya Dest Dan û TekoJin beşdar bûn, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojhilat”, “Sara, Rojbîn, Ronahî, Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Meş li Rosa Lûxembûrg Platzê bi dawî bû.