Jinên Kurd ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin
Jinên Kurd ên li bajarê Adigey ê girêdayî herêma Krasnodara dijîn, li heberî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin.
Jinên Kurd ên li bajarê Adigey ê girêdayî herêma Krasnodara dijîn, li heberî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kirin.
Jinên Kurd ên li bajarê Adigey ê girêdayî herêma Krasnodara Rûsyayê dijîn, li heberî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin. Jinan di daxuyaniyê de daxwaza azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Li ser navê Komîteyan Jinên Kurd Fatma Zayadîn daxuyanî xwend û anî ziman ku armanca serke ya dewleta dagirker ya Tirk ji tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku gelê Kurd ji rêbertiyê bêagahî bihêlin û got: “Bêdengiya hêzên navneteweyî ji polîtîkayên înkar û tunekirinê hêzê digirin. Li her cihê ku Kurd lê dijîn heye, ez bang dikim ku li dijî tecrîdê derkevin qadan.”
Zeyadîn anî ziman ku wê gelê Kurd hemû polîtîkayên dewleta dagirker ya Tirk vale derxîne û ti carê li hemberî wan serî netewîne.