Jinên Kurd ên li Swêdê dest bi pîrozkirina 8'ê Adarê kirin

Jinên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn, duh li bajarê Ûppsala çalakiyek lidar xistin û dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê kirin.

Jinên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn, ji bo pirsgirêkên jinan di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de nîqaş bikin û bixin rojevê, her wiha ji bo êrîşên AKP'ê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û êrîşên çeteyên AKP-PDK'ê yên li dijî Şengalê teşhîr bikin, dest bi kar kirin.

Jinan duh êvarê li bajarê Ûppsala çalakiyek pêk anîn û dest bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê kirin.

Jinên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev civiyan, ku jinên Swêdî jî di nava wan de hebûn, wate û girîngiya 8'ê Adarê ji bo têkoşîna jinan nirxandin.

Di civînê de jinan bal kişandin ser zext û zordariya AKP'ê û dewleta Tirk a li Kurdistan û Tirkiyeyê, girtina parlamenterên jin û wekîlên HDP'ê û bang kirin, ku di 8-9'ê Nîsanê de di dengdana referandûmê de dengê 'NA' bidin.

Jinan êrîşên li dijî Şengalê jî şermezar kirin û bang li PDK'ê kirin ku bes bi rejîma AKP'ê re hevkariyê bike û êrîşên xwe bisekinîne. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî azadiya jinê" qediya.

JINÊN KURDISTANÎ WÊ LI STOCKHOLMÊ LI MEYDANAN DENGÊ 'NA' BILIND BIKIN

Jinên Kurd ên li paytext Stockholmê dijîn, xwe amade dikin ku Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi regnekî girseyî li meydanan pîroz bikin.

Komîteya 8'ê Adarê, ku ji 16 rêxistinên jinan pêk tê û pêşengiya wê Yekîtiya Jinê SARA dike, da xuyakirin ku dirûşma çalakiyên îsal ên 8'ê Adarê 'berxwedana li derveyî sînoran' e.

Li ser navê komîteyê Ferah Bozcali ji ANF'ê re axivî û got, "Di xwepêşandanan de em ê pankartên bi nivîsên 'NA' ji destûra bingehîn a nû re, hildin. Di vê referandûma tarî de em ê bibin ronahî."

Bozcali bang li jinên Kurd, Tirk, Ermenî, Asûrî, Suryanî kir ku wê roja 8'ê Adarê li meydana Norra Bantorgetê saet di 17:30 de beşdarî xwepêşandanê bibin.