Jinên Kurd ên li Stavrapolê jî gotin 'dem dema azadiyê ye'

Jinên Kurd ên li Rûsyayê diyar kirin, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Jinên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, bi wesîleya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' daxuyaniyek dan.

Bi navê TJKN'ê Maloyeva Zweda û Bazûyeva Hasret daxuyanî dan û diyar kirin ku ti zemîneke hiqûqî ya tecrîda girankirî nîne û ne ya qebûlkirinê ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jinên Kurd ji destpêka têkoşîna azadiyê ve bi rola pêşengiyê radibin û têkoşîna xwe bênavber dewam dikin.

Di daxuyaniyê de êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd hatin bibîrxistin û hate destnîşankirin ku gelê Kurd tenê bi hêza xwe dikarin li ber êrişan rabin û bi ser bikevin.

Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin pêngava 'dema azadiyê' ya KCK'ê û wê çalakiyên xwe heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomînin.