Jinên Kurd ên li Rûsyayê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê di salvegera 22'an de komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin û diyar kirin ku jin wê pêşengiya xwe ya ji bo têkoşîna li dijî dewleta Tirk dewam bikin.

Li herêma Saratovê ya Rûsyayê, jinên Kurd li gundê Tîmonîno yê navçey Dergaçiyê li hev kom bûn û bi wesîleya salvegera 22'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, hêzên komploger şermezar kirin.

Jinan xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û parêzer û malbata wî karibin hevdîtinê pê re bikin.

Bi navê jinên Tîmonîno endamên meclîsa Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî (TJKN) Tewret Yûsûbova û Tahmîne Yûsûbova axivîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kiryarên dewleta Tirk dewama komploya navneteweyî ye û destnîşan kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi nêrînên Rêberê Gelê Kured Abdullah Ocalan dibin.

Jinan êrişkariya dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li çar aliyên Kurdistanê şermezar kirin û diyar kirin ku çawa ku ji destpêka komploya navneteweyî û vir ve jin pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dewleta Tirk re dikin, ji niha û pê ve jî wê vê têkoşîna xwe dewam bikin.